Belgefîlma şahidê Qetliyama Geliyê Zîlan, Tahîr Nas ku li navçeya Erdîşa Wanê jiyan dike ji aliyê Nîhat Gultekîn û Ronî Nasir Kaya ve hate kişandin. Belgefîlm piştî ku were temamkirin, dê li Wan, Bazid û Hewlêrê bê nîşandan.
Li Geliyê Zîlan ya navçeya Erdîşa Wanê di sala 1930’an de hejmarek zêde gund rastî serdagirtinê hatin û piştre jî hatin şewitandin. Bi hezaran welatiyên Kurd jî her çiqas tevli serhildanê bûbin û an jî nebûbin, hatin qetilkirin. Di encama vê bûyerê de ku di dîrokê de weke “Qetliyama Geliyê Zîlan” tê binavkirin, li gor hin çavkaniya tê angaştin ku 15 hezar Kurd hatine qetilkirin.
Nivîskar Nîhat Gultekin, derbarê Belgefîlma Tahîr Nas de hin nirxandin kirin. Ew dibêje ku dema li ser şahidên qetliyamê lêkolîn dikir, gelek caran rastî navê ‘Zîlanê’ hatiye. Gultekin, dide zanîn ji sala 2010’an vir ve ew gelek caran çûye Erdîşê û bi şahidên qetliyamê re hevdîtin pêk anîne.
Wî diyar kir ku di dema van lêkolînan de ew herî zêde rastî navê Tahir Nas hatiye û derbirî ku hin ferdên malbata wî jî tevli Serhildana Agiriyê ya 1926’an bûne. Gultekin dibêje ku ji ber vê sedemê bi berdewamî mereqa wî li ser qetliyamê çêbûye û wî wisa dest bi hevdînên bi şahidên qetliyamê re kiriye.
Gultekîn bi domdarî pêvajoya çêkirina belgefîlmê rawe kir û got ku Tahîr Nas çavkaniyeke dîrokî yê zindiye. Tahîr Nas di sala 1930’an de 10 salî bûye û Gultekîn nêzî 17 caran bi wî re hevpeyvîn lidar xistiye. Piştre Gultekin ev hevpeyvîn wekî pirtûk çap kiriye û navê pirtûkê jî kiriye “Tahîr Nas” Piştî vê Gultekîn qet navberê nade xebatên xwe û li gel 12 şahidên din jî hevpeyvînan dike. Gultekin van hevpeyvînan jî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Esmanê Sor-Şahidên Komkujîya Gelîyê Zîlan’ de berhev dike.
‘Ev trajediyeke gelek mezin e’
Gultekîn, di nava demê de biryar dide ku li ser vê mijarê belgefîlmekê çêke û dest bi xebatan dike. Ew bi kelecanê dibêje: “Min xwest ku ez pirtûka Tahir Nas bikim belgefîlm û min dest bi xebatê kir.” Gultekîn hestên ku dema kişandinê de jiyaye jî wiha anî ziman: “Piştî demek dirêj me mirovên ku rastî guleyan hatibûn, cardin birin heman cihî. Bi rastî ev trajediyeke gelek mezin e.”
Gultekîn ji navê Tahîr Nas gelek bi bandor bûye, wisa ku dema navê wî derbas dibe, ew dikeve nava sahmekî efsûnî. Çêkerê belgefîlmê Gultekîn dibêje ku herî zêde ji ber hişê Tahir Nas ya bihêze ew bibondor bûye wiha domand: “hemû tişt têne bîra wî. Her tişt yek bi yek di hişê wî de ye. Gotineke wî pir tesîr li ser min kir. Digo, ‘Bila xweda ev tiştên ku hatine serê me neyîne serê dijminê me.’ Ez di wê baweriyê de me ku hêvî û xeyalên ku li vir nîvçoyî mane, hêj jî baş nehatine fêmkirin. Ne arşîvek, ne jî çavkaniyeke me heye. Dîrok, belge û dokumanan divê. Heta niha jî derbarê vê bûyerê de terê belge nînin. Ez dixwazim bo siberojê hin belgeyan li dûxwe bihêlim. Pergala deshilat dixwaze hemû tiştî bide ji bîrkirin. Ez jî hewl didim ku ev qetliyama Geliyê Zîlan ku rûreşiya dîroka mirovahiyê neyê ji bîrkirin.”
‘Hêj bo qetliyemê bîrdariyek jî nehatiye çêkirin’
Derhinêrê Belgefîlmê Ronî Nasir Kaya ku ji Wanê ye, diyar kir ew ji zarokatiya xwe heta niha bi çîrokên Geliyê Zîlan mezibûye û wiha axivî: “Ji bo min ya herî girîng ew bû ku mirovên 95 salî bûyerê wisa rawe dikin ku qey tu dibêjî bûyer duh çêbûye. Hemû hûrgiliyan kite kit vedibêjin. Vê yekê gelek bandor li ser min kir. Wisa xuya ye ku mirovan di nava hemû jiyana xwe de tramvayên xwe qet ji bîr nekirine.”
Di berdewaniyê de Kaya, got ku hêj jî ev bûyer di nava civakê te bi temamî nehatiye zanîn û wiha got: “Em wisa dizanin ku ka hemû milet li geliyekê kom kirine û li wir qetil kirine. Lê ne wisa ye. Niştecihên 10 gundan li cihek din berhev kirine û qetil kirine. Dîsa çar gund li ciheke din hatine kom kirin û qetilkirin. Ji van kesan tu kesî jî ne dizanî ku dê bêne qetilkirin. Ji wan re hatiye gotin, ‘Dewlet dê navên we tomar bike û nasname bide we. Kincên paqij li xwe bikin. Bi avayekî paqij derkevin pêşberî dewletê. Ev karesatekî trajîk e. Me li wê derê hêj jî hestî dîtin.
Kaya her wiha got ku lazime Kurd van serpêhatiyan tomar bikin û wiha axivî: “Ji bo nivşên nû divê ev bûyer bêne ragihandin. Tê gotin ku li Zîlanê di navbera 20-30 hezar mirov hatine qetilkirin. Hêj li wê derê bîrdariyek (Anit) jî nehatiye çêkirin. He çi be jî pêwîst e ku Kurd salê carekê li wir bi armanca bîranînê kom bin.”
Serhat News