Berga sêyemîn a hemû dîwanên Abdulla Peşêw hat çapkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Berga sêyêm a hemû dîwanên Helbestvan Abdulla Peşêwî ku di bin sernavê Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê de hatîye komkirin, ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hate çapkirin. Berga sêyem ji her sê dîwanên Paşewî yên bi navê Berew Zerdeperr (Ber bi Zertavê), Pirêskey ‘Aşiqêkî Zigmak (Boxçika Aşiqekî Zikmak) û Dîwanî Birakujîyê (Dîwana Birakujîyê) pêk tê.

Di helbestên vê bergê de ji bilî evîn û kurdayetîyê xwendevan dê rastî xema kûr a Peşêwî bên ku li hember pîrî, mirin û rewşa xirab a netewe û welatî derdibire. Ji ber vê me guncaw zanî ku navê vê bergê bibe Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê.

Berga sêyemîn a hemû dîwanên Abdulla Peşêw hat çapkirin - Berga seyemin a hemu diwanen Abdulla Pesew hat capkirin 2

Ev berg di rastîyê de sê sal in ji bo çapê amade bû, lê ji ber çend sedeman nehat çapkirin. Ji ber heman sedeman ev berg ji her du bergên pêşî cudatir ji alîyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin. Tevî vê, ji alîyê taybetmendîyên xwe yên berg, kaxez û dîzaynê ve wek dewama çapên Weşanxaneya Peywendê hat çapkirin da ku xwendevan bikarin wek seteke têkûz vê bergê jî daînin ber her du bergên pêşî.

Weşanxaneya Nûburharê ragihandiye û ji vir û pê de ew ê berga dawî û dema çapên wan biqedin her du bergên pêşî yên Peywendê jî di Nûbiharê de çap bikin.

Abdulla Peşew kiye?

Helbesvan Abdulla Peşew di sala 1946’an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye. Dema 2-3 salî bûye bavê wî yê mela çûye ber dilovaniya Xwedê. Xwendina xwe ya seretayî û enstîtuya mamostayan li Hewlêrê temam dike. Di navbera salên 1970-1973’yan de li gundên Gelyawe û Kendalê li nêzîk Hewlêrê û paşê jî li nav Hewlêrê mamostatî dike.

Berga sêyemîn a hemû dîwanên Abdulla Peşêw hat çapkirin - Berga seyemin a hemu diwanen Abdulla Pesew hat capkirin 1
Helwestwan Abudlla Paşew

Di 1973’yan de çûye Sovyetê (USSR). Li vir di 1979’an de li Enstîtuya Zimanên Biyanî ya Moskovayê (Moris Torez) di beşa Îngilîzî û Rûsî ya koleja wergêranê de mastir kiriye û di 1984’an de jî li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya
Moskovayê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojiyê wergirtiye. Ji 1985’an heta 1990’î li zanîngeya Alfatih a Terablûsê li Lîbyayê mamostatî kiriye.

Helbesta xwe ya pêşî di sala 1963’yan de di rojnameya Hewlêrê de weşandiye û dîwana xwe ya pêşî jî di sala 1967’an de li Kerkûkê daye çapkirin. Heta niha deh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin û niha jî li Fînlandayê dijî.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Berga sêyemîn a hemû dîwanên Abdulla Peşêw hat çapkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *