Bergumanê kujerê 2 kesan Mehmet Veysî Şenguler: ‘Min demek dirêj plana kuştinê wan kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçeya Taybet – Mamosteyê Olê yê Dewletê Mehmet Veysî Şengulerê ku li Wanê hevjîna xwe û kesê ku pê re bazirganî dikir kuşt, hat girtin. Malbata Zeynep Şenguler a ku hat qetilkirin îdia kir ku ev kuştin ne jiber namûsê bû. Şenguler di îfadeya xwe yê ewil de got ku wî demek dirêj plana kuştina wan kiribû.

Agahîyên derheqê bûyera ku duh li qada Beşyolê ya Wanê di encamê de erîşa çekdarîda Veysel Coşkun û Zeynep Şengûler hatibûn qetilkirin, ronî dibe. Zeynep Şengulera ku di bûyerê de hat qetilkirin birin, li bajarokê Hîzana Bedlîsê, Veysel Coşkun ji li taxa Koyrukoyê ya Wanê hat binaxkirin. Gumanbar Mehmet Veysî Şenguler ê ku piştî bûyerê hat binçavkirin ji aliyê dadgehê ve derheqê wî da biryara girtinê hat dayîn û şandin Zîndana Tîpa M a Wanê. Di îfadeya Şenguler de derket holê ku wî kuştina van du kesan plan kiriye.

Wî li ser navê hevjîna xwe hesabek medyaya civakî vekiriye

Mehmet Veysî Şenguler (50) di îfadeya xwe ya li rêvebirîya ewlehî dayî got ku wî jiber xapandinê hevjîna xwe Zeynep Şengûler kuştiye. “Min plana kuştinê ji mêj ve çêkir. Min çekek bê ruxset kirî. Min li ser navê jina xwe hesabek sexte ya medyaya civakî çêkir û dû re min zilam şopand. Piştî ku min Veysel Coşkun kuşt, min guhê wî jêkir.”

Hat hînbûn ku gumanbarê bûyerê Mehmet Veysî Şenguler ê li Agiriyê Patnosê ji dayik bûye. Berya mamosteye olîyê dewletê, ew li mizgefteke mela bû û bi salan li Wanê mamostetî kirîye. Her wiha hat îdiakirin ku Şenguler nedihiş jina wî telefonê bi kar û tim li dijî wê tundî bikar tîna.

Bi şewazê berdelê zewicîye

Derket holê ku Mehmet Veysî Şenguler û Zeynep Şengûler 30 sal berê bi berdelê re zewicîne. Her wiha hat zanîn ku 4 zarokên wan jî hene. Agahiyên ku malbata Zeynep Şenguler a hatiye ji ajansa me re wiha got: “Bûyer weke Kuştina namûsê tê ragihandin, lê Zeynep telefon jî bi karneanîye. Mêrê wê nehişt ku ew ji malê derkeve. Eger Zeynebê mêrê xwe dixapand wê çaxê çawa dibe zarokê xwe dibe cîhê bûyerê. Tiştên ku di vî warî de tê gotin ne rastin”

‘Bûyerek ji ber deynê rû da, lê wek bênamûsê hat nîşandan’

Li gorî îdîayên din ên endamên malbatê, di navbera Mehmet Veysî Şengûler û Veysel Coşkun de li ser pereyên axê de nakokî derketiye û bûyer ji ber pirsgirêkên diravî pêk hatiye û pişt re jî wek “kuştina namûsê” hat nîşandan.

Ji alîyê din serdozgerîya komarîya Wanê derheqê dozê de bîryara napenîyê da.

Nûçeya Taybet: Sıddık Güler / Rojda Oğuz

(sg-aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bergumanê kujerê 2 kesan Mehmet Veysî Şenguler: ‘Min demek dirêj plana kuştinê wan kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *