Xwendekarên ku li pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyan dixwînin, sibê wê karneyan werbigirin û têkevin betlaneya nîvê sale
Nêzî 19 milyon xwendekar wê du hefteyan betlaneyê bikin û di 6’ê Sibatê de cardin dest bi dibistanê bikin. Xwendekar her wiha di navbera 17-20’ê Nîsanê de jî dê betlaneya navberê ya duyem bikin. Di 16’ê Hezîranê de jî heyama perwerde û hinkirinê ya 2022-2023’an dê bidawî bibe.
Tê pêşbînîkirin ku heyama perwerde û hinkirinê ya 2023-2024’an jî di meha Îlonê de destpê bike.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver