Mehmet Gur nivîsî: Bi çoşa Newrozê ber bi hilbijartinan ve

featured
Newroza Wanê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Newroza 2023’ê li kêleka kela Wanê seat di 10:00’an de  dest pê kir. Serê sibê girse ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kir.

Her çi qas barîna baranê hebe jî bo tevlibûna gel nebû astengî. Gel bi cil û bergên xwe yên kurdewarî tevli pîrozbahiya Newrozê bû.

Baranê pêşiya gel û çoşa Newrozê nebirî. Lê li ser riyên qada Newrozê polêsan noktên lêgerinê danabûn. Li ser her riyê du noktên lêgerinê hebûn. Heta ji destê wan dihat dixwastin tevlêbûna gel astang bikin. Gel li du nokteyan didan rawistandin û lêgerin li ser dikir. Bi hecetên pûç, çiqmak û tiştên wan dest didanî ser. Heta ji dest dihat tevlêbûn astg dikir û acizahî derdixistin. Gel li cihên lêgerîna bifîtik û tilîlîyan helwesta rayedarên dewletê şermezar dikir. Bi seatan gel ma di nokteyên lêgerîna de ev kîryarên dewletê nikarî meşa gel asteng bike. Gelî li qada Newrozê agir gur kir. Bi germa ruha Newrozê qad tejî kir. Gel bi çoşa ruha Newrozê peyama serkeftina da. Gelê Wanê li qada Newrozê peyama hilbijartinê de. Newroz wekî destpêka hilbijartinê pîroz dikir.

Mehmet Gur nivîsî: Bi çoşa Newrozê ber bi hilbijartinan ve - van newroz atse harlama 4 1140x570 2

Gel alaqayek mezin nîşanî pîrozbahiya Newrozê dida. Li qadê digot em ê 14’ê Gulanê xwedî li deng û rengê xwe derbikevin. Tiştê ku bala min kişandî her kesê digote hevdu “cejna we  pîroz be”.

Piştre parlementerê HDP’ê birêz Saruhan Oluç derket ser dikê û got:”Newroz destpêka hilbijarinê ye. Ev hilbijartin hilweşandina rejima qayuman e. Hilbijartina serkeftina azadî û aşitiyê ye, şikênandina tecrita Îmraliyê ye.”

Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP Saliha Aydemîr derket ser dikê û got: “Çavê Tirkiyê li qadên Newrozan e. Ev desthildariya bi şer xwe xwedî dike, li ser şerê Kurdan desthildariya

xwe diparêzê. Lê dê winda bike. Ev çoşa Newrozê dê bersiva hilbijartinê ye. Ev siyasete şer bi welat dide winda kirin ,qeyrana aborî, cîvakî kûr dike. Tecrita Îmraliyê dişidinin. Em vê tecrîtê napejirinin. Heta birêz Ocalan azad nebe aşitî nayê Tirkiyê û Kurdistanê. Aşitî nayê rojhilatanavin.”

Welatiyan gelek caran axaftina Aydemir ê çepik û dûrişmeyan birî. Di berdewamiyê de Aydemîr wiha axivî,”Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya pênçî sala pergalê inkar û peymana lozanê hilweşand dîvê dewletên serwer vê bibîbinin, mafê kurdan bidin”

Piştre agirê Newrozê hate pêxistin û dêyê agir li qadê belav bû. Cîwan û kalan bi hev re govend gerandin. Govd caran li ber muzikê digirt caran wan xwe bi xwe starn digotin. Li her kûnçê qada Newrozê çoş hebû. Gelek deverên qadê bi alayên HDP û Paritya Kes a Çep hatin daliqandin.

Mehmet Gur nivîsî: Bi çoşa Newrozê ber bi hilbijartinan ve - van newroz atse harlama 1 1024x576 2

Pişt nivro baranê vebirî gel hêj pirtîr tevlêbû û çoşa Newrozê xweştîrin bû. Govend girêdan û dûrişme li qontarên kela xaldiyan berz kirin.

Ez li nav qadê hinekê geriyam. Cîwan bi cil û bergên gelerî hatibûn Newrozê. Qad bi cil û bergên kurdewarî xemilandibûn. Bi stranên Kurdî yên gelerî govend digêrand. Çoşa cîwanan û çoşa Newrozê qad tejî kiribû.

Firokên polêsan li ser qada Newrozê bê navbir firdida û li ber asîmanan peyase dikir. Piştî belavbûna gel peyasa firokê li ber asiman zêdebû. Polêsan piştî belavbûna girsê midaxeleyî cîwanan kir. Bi bombeyên gaza erîş bir ser cîwanan. Demekî kurt ev gengeşe domand û bi navbirvaniya parlementerên HDP’ê dawî bû.

Newroza îsal pir boş bû û tevlêbûna gel gelek bû. Ev Newroz wekî diyarkirina hilbijartina Wanê min xwend. Gelê wanê biryara hilbijartinanê li qada Newrozê da. Gotinek Kurdan heye dibêjin “Hatina baranê ji bayî kîfşe” vêca pîrozbahiya Newrozê rengê hilbijartina Wanê da diyarkirin. Li gor dîtin û çavdêriyên min Partiya Kesk a Çep dê hilbijarinên Wanê bi cudahiyek gewre qezenç bike herî kêm wê 7 parlementeran bibe.

Mehmet Gur

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mehmet Gur nivîsî: Bi çoşa Newrozê ber bi hilbijartinan ve

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *