Bi veguherînê rê li ber birîna daran digire

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê welatiyê bi navê Serhan Özlemez ku bi bermahiyan hin berhemên nû çêdike, bi vî avayî tevkariyê dide xwezayê. Ozlemez herwiha mobilyayên kevin jî temîr dike daku cardin bêne bikaranîn.

Serhan Ozlemez ê 42 salî li Wanê di atolyeya xwe de hem bi veguhestina bermaniyan, berhemên nû diafirîne û hem jî mobîlyayên kevin temîr dike dakû ev cardin werin bikaranîn. Wî destnîşan kir ku ev nêzî salekiyê ew vî karî dike û ragihandiye ku beriya niha, bo debarê wî di înşaatan de karê boyaxê kiriye. Ozlemez, diyar kir ku lazime mirov baş bên hinkirin ku bizanin melzemeyê bermahî çewa zirar didin xwezayê.

‘Hişmendiya veguhestina bermahiyan li Wanê kêm e’

Di berbedewamiya axaftina xwe de Ozlemez balê dikişine ser veguhestina bermaniyan û da zanîn ku li Wanê hişmendiya veguhestinê gelek kêm e. Wî anî ziman ku dema piyek sêpêyekê (Sehpa) şikest bi temawî wê diavêjin çopê û li şûnê diçin yekî nû dikerin. Ozlemez, bi ser vê rewşê got ku, tevî krîza aborî êdî welatî hêdî hêdî tiştên wan yên ku xwera bûne didin çêkirin û cardin bikartînin.

Bi veguherînê rê li ber birîna daran digire - serhan ozlemez geri donusum 3 1024x576 1

Ozlemez, got ku dema wî dîtiyê êdî welatî tiştên xwe yên xerabûyî na avêjîn çopê, biryar dide ku atolyeyekê veke. Piştî ew biryara vekirina atolyeyê dide, dest bi berhevkirina bermahî û tiştên din dike. Soylemez, hem bi bermahiyan vediguherine, hem jî mobilyayên kevin cardin tamîr dike. Bi vî şiklî ew rê li ber birîna daran jî digire.

‘Hinek jî ez ji ber pirsgirêkên aborî jî vî karî dikim’

Ozlemez, destnîşan dike ku her çiqas hin hesasiyetên wî yên ekolojîk hebin jî aliyekê jî bo debara xwe vî karî dike. Ji ber ku sezona înşaatê kelek kurd diajo, wî gelek zehmetiyên aborî kişandine. Di vî halî de wî biryar daye ku atolyeya xwe veke û niha hem bo aboriyê hem jî bo xwezayê karên baş dike.

Bi veguherînê rê li ber birîna daran digire - serhan ozlemez geri donusum 2 1024x576 1
Serhan Soylemez

Ew dibêje ku bi her du zarokên xwe re ew di atolyeyê de kar dike û wiha domand: “Ez tevî zarokên xwe di atolyeyê de wext derbas dikim. Berhemên ku ez bi bermahiyan çêdikim, bala wan jî dikişîne. Bi taybet jî karên boyaxkirinê diçe xweşiya wan.

‘Ez bi heskirinê karê xwe dikim’

Ozlemez, gelek cure mobîlyayan çêdike û dibin bûhayê mobîlyafiroşan de difiroşe. Di vê derbarê wî ev tişt gotin, “Ez koltoxek berjerê ku li cem mobîlyafiroşan didin 8 hezar TL yi, didim 3 hezar TL yan. Ji ber ku erzane welatî eleqe nîşan didin. Ev jî bo aboriya min tiştek başe. Ez bi heskirinê karê xwe dikim. Ev kar gelek diçe xweşiya min.  

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bi veguherînê rê li ber birîna daran digire

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *