‘Biheşta Çivîkan’ bi bermahiyên kimyevî tê qetilkirin: Ev wehşeteke mezin e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qamîşgehên li kêleka Keleha Wanê ku ji gelek cureyên cuda yên çivîkan re malovaniyê dike, bi dermanên ku di hundirê wan de madeyên kimyevî hene hatiye qirêjkirin. Serokê Van ÇEV DER’ê Alî Kalçik ku li herêmê lêkolîn pêkanî, ev yek wekî wehşeteke mezin pênase kir.

Piranîya gamişgehên li kêleka Keleha Wanê di dema çêkirina Baxçeyê Millet ya Şarediraya Rêya Armûşê de ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, hatibû wêrankirin. Ev qamişgeh vê car jî bi dermanên ku di hundirê wê de madeyên kimyevî hene, hatiye qirêjkirin.

‘Biheşta Çivîkan’ bi bermahiyên kimyevî tê qetilkirin: Ev wehşeteke mezin e - kus cenneti atik ilac katliam 4 1024x768 2

Cihê ku derman lê hatine avêtin, ji çivîkên ‘Dîk kuyruk’  ê nifşê wê di bin xeterê de ye, ‘Flamîngo’ û hejmarek zêde çivîkên din re malovaniyê dike.

Serokê Komeleya Hawîrdor, Parastin Lêkolîn û Pêşvebirina Berhemên Dîrokê yên Wanê (Van ÇEV DER) Alî Kalçik ku li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî, rewş wekî qetliyamê nirxand.

‘Biheşta Çivîkan’ bi bermahiyên kimyevî tê qetilkirin: Ev wehşeteke mezin e - kus cenneti atik ilac katliam 2 1024x768 1

Kalçik, ku dermanên li herêmê hatine terikandin, berhev kir wiha axivî: “Îro 26’ê Gulana 2023’an e. Ev der dikeve rojavayê Keleha Wanê û taxa Îskeleyê ye. Yanî ev der qamişgeh û cihên avî yên di navbera Berava Îskelê û Gola Wanê de ye.”

‘Biheşta Çivîkan’ bi bermahiyên kimyevî tê qetilkirin: Ev wehşeteke mezin e - kus cenneti atik ilac katliam 1 1024x768 1

Kalçik di berdewamiyê balkişand ser rêziknameya ‘Berterefkirina Bermahiyên Tibî’ û da zanîn, tevî ku li bajêr tesîsa berterefkirina bermahiyên tibî hebe jî, ev derman li herêmê hatine terikanidin. Kalçik got ku ev yek nayê qebûlkirin û domand: “Her çend mafê me yê jiyanê hebe jî, mafê hemû zindiyên wekî, beq, kêzik, mar û dûpişkan jî heye. Ev der cihê zêdebûna van zindiyan e. Li vê derê wehşetek hatiye jiyandin. Ez bang li rayedaran dikim ku ew van dîmenan wekî gilî qebûlbikin û tişta pêwîst bicih bînin. Bila vê derê hem qontrol bikin, hem jî paqij bikin.”

Kalçik her dawî da zanîn ku wekî komele çi pêwist be ew ê bikin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Biheşta Çivîkan’ bi bermahiyên kimyevî tê qetilkirin: Ev wehşeteke mezin e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *