‘Bizava Dengbêjesk; poetîkaya dengbêjîyê’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçeya Taybet – Pirtûka Rojnamevan Şenol Bali ya bi navê ‘Çevê Mishefê’ ku ji helbetst û gotaran pêk tê, ji weşanxaneya Payîz derket.

Me bi Bali re li ser naveroka pirtûkê xeberda.

Bizava Dengbêjesk çi ye?

Bizava Dengbêjesk; poetîkaya dengbêjîyê ye. Bi Kurtasî ev e. Êja poetîkaya dengbêjîyê çi ye? Poetîka bi kurtasî, taybetmendîyên nivîsekî giş in. Sentaks, ziman, sazk, hêma hwd… qasî ku me behsa poetîkayê kir, gere em guh bidine Mihail Bahtin. Yê herî zêde li ser peyva poetîkayê sekiniyî ew e. Bahtin, çawa ku analîza Poetîkaya Dostoyevskî bi têgehên, ‘dîyalojî, bi pir dengbûn, rastîya grotesk û karnavalesk’ kiribe; Bizava Dengbêjesk jî bi têgehên, ‘Heterotîme, Heterotopya, Heteroperson’ dengbêj xwendîye.  Yanî trenspozebûna/cî guhertina pir zemanî, trenspozebûna/cî guhertina pirrmekanî/pircîbû, trenspozebûna/cî guhertina pir lehengîyê.

Ev analiza Bahtin, ji bersiveke zêdetir, pirsek e. Pirs ev e, ‘metnek, bi kêjan pîvanan dibe metneke baş yan jî qels. Ji bo veçirandina poetîkaya dengbêjîyê, bi sê têgehan derdikevin pêşîya me. Heterotîme, Heterotopya, Heteroperson.  Bi min piranîya dengbêjan ev form bikar anîye. Heke hûn baş gohê xwe bidine kilaman û veçirandineke poetîk bikin hûnê van tiştan bibinin.

Bizava Dengbêjesk, bi poetîkaya dengbêjan a bi van her sê têgehan tê nivîs in. Di vê bizavê da zeman, mekan, leheng cî diguherin û transpozeyî hevdu dibin. Bi vê bizava dengbêjesk, statîkbûn û lineerbûna zeman, tekanebûna leheng/kesan, tekanebûna cî/mekan ne tê kirîn, ji homojene derbasî heterojene kirîye.

Wekî din bikarananîna têgehan, muzikalîte, tercîhên gotinan yan jî harmoni û cîhkirin/raxistina peyvan bi terz û forma dengbêjîyê hatîye kirin. Ez dixwazim helbest an nivîsên min him bêne xwendîn him jî temaşe kirin, wek miqamê dengbêjan gotinan imajîze bikim. Tişta din a muhîm jî aheng e. Ahenga gotin, gohdarkirin û hîskirinê.  

Bi kurtasî em dikarin bejin ku ev bizav; şaxeke ji wî dara kevnar, ceweke ji zêm û kanîya dengbêjîyê. Yani bi salane ewan hosteyan bi dengê xwe nehiştin ev dewlemandiya kurdî li erdê bikeve, em jî niha dixwazin bi nivisê wî barê giran û şêrîn mil bikin. Ev bi tevahî armancên dengbêjeskîyê ne. 

‘Bizava Dengbêjesk; poetîkaya dengbêjîyê’ - WhatsApp Image 2022 02 16 at 21.42.58
Şenol Bali
  • Tu temsilkarê vê bizavê yî, ev bizav dê xizmeta çi bike û dê jêdera çi bîne?

Ev bizav, bizaveke wêjeyê yekê teze ye. Kitêba min a bi navê ‘Çevê Mishefê’ yêkem kitêb a ku vê bizavê dihewîne. Ev bizav ê bi kevneşopa dengbêjîyê ya hezar salan helbest, novel û romanan binivîse. Jêderka wê jî şunpêyên dê û bavûkalan e.   

  • Em dikarin helbestên ku te nivîsandine wek şêwazekî nû yê dengbêjiyê qebul bikin?

Belê. Poetîkaya Xemzêm’ê jî ya Warê Firaran jî bi vê şêwazê hatin nivîsandin. Û bûne bingeha Teorîya Bizava Dengbêjesk. ‘Çevê Mishefê’  jî  bi vê şêwazê, hatîye nivîsandin.

  • Te di hevpeyvînekê de peyva Kurdiya Laboratîf bikar aniye, sedema we çî ye?

Kurdîya Labotarûwarê, Kurdîya çêkîrî ye. Kurdîya ku hişmendîya wê bi zimanekî din e. Ew Kurdîya ku asîmîlebûyî ye. Bi vê analîzê, binavkirinê Bizava Dengêjesk, naxwaze bibe şîrikê vê celebê  asîmîlasyonê. Berê her kesî digot qey yek bi peyvên kurdî binivîse ji asîmîlasyonê xelas bûye. Ne wisa ye! Kesekî bi ‘Kurdî’ dinivîse jî dibe ku asîmîlebûyî be. Asîmîlasyon ji hebûn-tunebûna peyvan, ferhengan wêdatir e û girêdayê parastina rihê ziman e.

Helbet em pîvan û qayîdeyên zimanê hevpar qebul dikin. Lê ew nayê wê wateyê ku meriv ziman bêrih bihêle û dewlemendî û sermîyana wî bikuje.

  • Tu di helbestên xwe de zimanekî herêmî bikar tîni, sedema we çî ye?

Sedema wê Serhedîbûna (zêdeyî) dengbêjan e. Heger ez ji heremeke din buma, min ê bi devoka wê heremê binivîsanda. Herkes ewilî berpirsyarê derê mala xwe ye. Jixwe herkes mala xwe biparêze ziman bi giştî wê bê parastin. Lê parastineke bi eslî. Ne ku rih jê hatibe dizîn.

Nûçeya Taybet: Yeşim Karaağar

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Bizava Dengbêjesk; poetîkaya dengbêjîyê’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *