1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Bo ku Fîncanci ji peywirê were girtin dozname hate amadekirin

Bo ku Fîncanci ji peywirê were girtin dozname hate amadekirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî girtina Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bo ku Fîncanci û rêveberiya TTB’ê ji peywirê were girtin dozname amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bo ku pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û rêveberiya TTB’ê ji peywirê bê girtin, dozname amade kir.

Her wiha Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, jî di vê derbarê de gotibû ku ji bo guhertina sîstema Yekitiya Tabîbên Tirk û Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk dest bi amadekariyê kirine.

Şebnem Korur Fîncanci piştî îdîayên ‘Bikaranîna çekên kimyevî ya ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve’ gotibû ku “Divê ev îdîa bên lêkolînkirin.” Bi ser van gotinan Fîncanci duh ne pêr hatibû desteserkirin û duh jî ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “Propagandaya rêxistina terorê” hat girtin.

Hêjayî gotinê ye ku ev demeke îdîayên ‘Bikaranîna çekên kimyevî yê ji aliyê Artêşa Tirk ve’ hatine rojeve. Lê di serî de Wezareta Berevaniyê û hemû saziyên din yên fermî vê îdîayê bi zimanekî teqez red dikin.

Dozname Çiye?

Dozgerî, bi ser mijarekî girêdayî dozê be, lê nabe ku bibe mijara darizandina doza ceza, bo ku doz li dadgeha hiqûqê bê vekirin ‘Dozname’ amade dike.

Serhat News

(lg)

Jêder: Ajansan

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bo ku Fîncanci ji peywirê were girtin dozname hate amadekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri