Piştî ku bi hatina sala nû, bûhayê goşt gelek zêde bûye, niha bûhayê kîloyek goştê sor gihiştiye nêzî 200 TL yan. Li Wanê ku yek ji bajarên herî zêde lê sewalkarî tê kirin e, sewalkar û qesab dibêjin li gel hilberînê jî, buhayê goşt li Wanê wekî bajarên din e.
Li Wanê herî zêde sewalkariya pez tê kirin. Sewalkarên bajêr dibêjin ku ji ber bilindbûna nirxê yêm, ka û pêdiviyên din ew ketine nava rewşekî pir xerab. Tevî zêdebûna buhayê goşt, welatî nikarin goşt bistînin, sewalkar jî nikarin bifiroşin.
Serokê Odeya Nanpêş, Aşxane, Pastevan, Taştevan û Qesaban yê Wanê Sabrî Işik, diyar kir ku piranî li Wanê sewalkar pez xwedî dikin, lê herî zêde jî goştê dewaran tê firotin. Işik, destnîşan kir ku ji ber buhayê yêm gelek zêde bûye sewalkar êdî nikarin sewalan xwedî bikin û wiha got, “Mehek beriya niha kîloyek goşt, 130 TL bû. Niha ev bûye 180 TL. Çav li rêye ev buha zêdetir jî bibe. Sewalên ku em xwedî dikin, diçin derveyî bajêr. Li bajarê me sewal pir in. Lê bo ku ew li derva tê firotin, li vir buhayê goşt zêde dibe.”
‘Buhayê goşt dê zêdetir bibbe’
Işik, da zanîn ku bi mebesta zêdebûna bûhayê goşt, li aşxane (lokanta) û gelek xwaringehên din jî girêdayî vê yekê, buhayê xwarinan zêde dibe. Ew dibêje ku ger ji derva goşt neyê bajêr, di mehên havînê de wê buhayê goşt zêdetir be.
Serok Işik, di berdewamiyê de balê dikişîne serjêkirina sewalan ya bê kontrol û dibêje ku divê serjêkirina qaçax were astengkirin, nexwe qesab dê gelek zirar bikin.
‘Çêlekên şîr jî tên serjêkirin’
Işik ragihand ku sewalkar ji ber bilindbûna nirxê yêm bi neçarî sewalên xwe serjê dikin û wiha domand: “Ew bi neçarî çêlekên xwe yên şîr jî serjê dikin. Bi vê sedemê jî buhayê şîr û mast jî zêde dibe. Bo çareseriyê divê dewlet piştgiriya ku dide sewalkarê dewaran, bide sewalkarên pez jî.”
‘Sewalkar goştî gelek erzan difiroşin’
Sewalkarê bi navê Murat Melet ku ev demek dirêje li Wanê sewalan xwedî dike, derbirî ku li heremê xwedîkirina pez ji bilî aboriyê, wekî çandekê ye jî û wiha pêde çû: “Em bi heman demê de diçin zozanan jî. Bi esasê xwe buhayê goşt zêde nebûye. Lê dema welatî ji marketan an jî kesaban goşt bistînin, tabî buhayê wê zêde dibe.”
Melet di vî warî de balê dikişîne ser rola dewletê û dibêje ku ti polîtîkayeke dewletê derbarê sewalkarîyê de tuneye. Melet, amaje bi yekê dike ku piyasaya serbest jî bandorek neyînî li ser sewalkariyê dike û got, “Bi rastî piyasaya serbest jî sewalkaran tengav dike.”
‘Ji bajarên din goşt tê Wanê’
Qesabê bi navê Ayhan Guneş ev 25 sale vî karî dike. Wî anî ziman ku ev çend mehe firotina goşt ji sedî 30 kêm bûye û da zanîn zêdebûna buhayê goşt ti karî nade wan.
Guneş, her wiha balê dikişîne ku beriya niha ji Wanê bo gelek bajaran goşt diçû, encax niha ji bajarên wekî Meletî, Amed û Xarpêtê (Elezîz) goşt tê Wanê. Guneş, li gel vê rewşê, dibêje ku Meletî 500 kîlometre ji Wanê dûre, lê goştê ji wir tê vê derê dîsa jî li gor Wanê erzantir dibe.
Guneş, anî ziman ku ev yek jî dide nîşandan ku li Wanê sewalkariya dewaran qediyaye û wiha axivî: “Beriya niha li Wanê piranî goştê pez di aşxane û malan de dihate xwarin, lê êdî welatî eleqeyê nîşanê goştê dewaran didin. Ev jî tesirekê li ser buhayê goşt çêdike.”
‘Di nava mehekî de 40 TL zam hatiye kirin’
Di nava axaftina xwe de Guneş got, “Mehek beriya niha kîloyek goştê berxikan didan 110 TL yan, lê niha ev bûye 150 TL. Em ji kîloyek goşt 20 TL kar dikin. Ev jî di rastiyê de ne kare, zirar e. Zêdebûna buhayê goşt ti feydê nade me. Beriya niha herî zêde 5 TL zam dihate ser goşt. Lê niha di nava mehekî de 40 TL zam hatiye. Di marketan de hêj zêdetir bûye. Ev rewş wiha berdewam bike, em neçarin dev jî vî karî berdin”
Serhat News
(lg)