1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Çalakiyên li Îranê: Parêzer jî daketin qadê

Çalakiyên li Îranê: Parêzer jî daketin qadê

featured
WÊNE: ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê çalakiyên ku piştî kuştina Jîna Mahsa Amînî destpêkiribûn, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de parêzer jî daketin qadê û li Tehranê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” çalakî lidar xistin.

Li Îranê jian Kurd a 22 salî ya bi navê Jîna Mehsa Amînî, li Tehranê ji aliyê hêzên polîsan ve bi hinceta ku ‘Porê wê xuya dibe’ bi işkenceyê hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina wê ji wê demê vir ve li seranserê Îranê çalakî bê navber didomin.

Parêzer bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ daketina qadê

Di vê çarçoveyê de, parêzerên li Tehranê jî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan û rastî êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê hatin. Her wiha li ser Cehdeya Weliyeser a Tehranê jî hêzên rejîmê raste rast gule li çalakvanan barandin. Di serî de Gewherdeşt, Kerec, Reşt, Esfehan, Bender Ebas, Miraban û Hemedan, li gelek bajarên din çalakî berdewam dikin.

Li gelek deveran polîsan êrîş li çalakgeran kiriye

Di vê navberê de, li gorî nûçeya Rojnewsê; şevê din li bajarên Sine û Kirmaşanê di encama êrişên rejîmê de 3 kes hatin qetilkirin. Di heman demê de li bajarên Bokan, Sine, Seqiz, Mahabat, Kirmaşan, Bane, Merîwan, Kamîran û Îlam jî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” çalakî hatin lidarxistin. Di dema çalakiyan de hêzên rejîmê êrişên dijwar pêk anîn lê dîsa jî nekarî pêşî li çalakiyan bigire.

Her wiha di encama êrişên hêzên rejîmê yên li dijî çalakvanan de duh li Kirmaşanê 2 û li Sineyê jî kesek hat qetilkirin. Li Mêrîwanê jî di êrişên hêzên rejîmê de kesek bi giranî birîndar bû.

Heta niha 202 kes hatine kuştin

Hêjayî gotinê yu ku, li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di encama êrişên hêzên rejîm de heta niha 23 jê zarok, bi giştî herî kêm 202 kes hatine qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine desteserkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Çalakiyên li Îranê: Parêzer jî daketin qadê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *