Cejna Qewiltas a Kurdên Kakeyî (Yarsan) dê bi bernameyekê hunerî û muzîkê li Hewlêrê bê pîrozkirin.
Cejna Sê Şevên Yaran, bi navê din jî Qewiltas, dê roja Duşemê li bajarê Hewler a Herama Kurdistan Federal a Iraqê bi bernameyekê bê pîrozkirin.
Bername dê li Salona Pêşewa ya li Dîwana Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan saed di 14.00’an de destpê bike.
Cejna Sê Şevên Yaran, an Qewiltas, cejneke dêrîn a kevnare ya a Yarsan e û bi vê boneyê, Kakeyiyên Kurdistanê û derveyî welat, vê cejnê pîroz dikin.
Yarsan an jî Kakeyî kîne?
Yarsan ku jê re Ehlî Heq an jî Kakeyîtî tê gotin, li Kurdistanê civakeke taybet e ku mensûbê baweriyeke cuda ne bi taybetî li herêma Kirmaşanê û Germiyanê dijîn.
Yarsan di warê kok, eşîret, ziman û baweriyê de bi hev re tên girêdan. Li Kurdistanê cih û warên ku Kurdên Yarsan lê dijîn, di dîrokê de guhertin bi ser de hatiye.
Li gorî hinek dîroknasan, navê Yarsan ji kurtkirina ‘Yarsiltan’ tê. Yarsiltan jî ‘Siltan Sahak’ e, ku Yarsan jê bawer dikin.
Baweriya Ehl-î Heq li ser bingeha Mîtraîzmê ye. Lêbelê li Kurdistanê, Siltan Sahak yek ji nûnerên girîng ê baweriya Yarsanan e piştî zayînê di sedsala 14’an de jiyaye. Pirtûka wan a pîroz ‘Kelamî Serencam’ di sedsala 15-‘an de li ser bingeha hînkirinên Siltan Sahak hatiye nivîsandin.
Yarsan, wek baweriya Mitrayê bawer dikin ku roj û agir hebûnên pîroz in û presnîbên wekhevî, safîtî, rastî û yekîtiyê dişopînin.
‘Yaristan’, cihê ku murîdên/şagirtên ‘Yar’ an jî Ehlî Heq lê dijîn e. Baba Tahîrê Uryan (Hemedanî) ji bo Yarsanan yek ji kesên herî girîng e ku ji aliyê Yarsanan ve “mezin” tê qebûlkirin, tê gotin hinek ji nivîsên wî di ‘Kelamî Serencam’ de hene, ku pirtûka pîroz a Yarsanan e.
Li gorî ku di ‘Kelamî Serencam’ de hatiye nivîsandin, baweriya Yarsaniyê di serdemên (dewranên/konaxên) cuda de derbas bûye. Her dewran an jî serdem 300 sal berdewam kiriye. Heta Siltan Sahak 8 dewran geriyaye, ew jî dide nîşandan baweriya Ehlî Heq (Yarsan-Kakeyîtî) digihîje 2 hezar û 400 sal berê.
Cejna Qewiltasê
Li gorî rîwayetan, ‘7 Yaran’ jî murîdên Qewiltas hebûne (Qulî, Şabdîn, Şake, Şah Nezer, Îsa, Şamûrad ve Pîrê Dîlawer.) Siltan Sahak van Yaran ji bo karên civakî hilbijartiyê.
Rojek ji rojan 7 murîd ji bo derên ber Siltan, ji Azerbaycana Îranê ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve ketin rê.
Lê belê di rê de ji ber ku diwestin di geliyekî Çiyayê Şaho de (îro di nav sînorê Paweyê de ye) dişemitin û dikevin. Murîdên ku pir westiyane dibêjin “Mahdem Siltan Sahak Heq e, bila ew bê pêşwaziya me bike.”
Li gorî Yarsanî Siltan Sahak “Heq” e, tiştên bûye qewimiye û tên axavtin dizane. Ji ber vê yekê Siltan Sahak ji murîdan aciz dibe û ji bo pêşwaziya wan Mistefa Dawdan dişîne. (Mistefa Dawdan heman erka Îsrafîl ya di baweriya îslamê de dike.) Mistefa Dawdan bi fermana Siltan li esman ewr kom dike û sê şev û sê roj bi ser Yaran de berf dibarîne û di bin berfê de dimînin.
Yarsan bawer dikin ku ev ger an bûyer ku bi Kurdî jê re Çileyê Mezin dibêjin, di Çile-Sibatê de qewimiye.
Piştî sê rojan bi fermana Siltan Sahak ji bin berfê û gumana ku di dilê wan de ye xelas dibin. Yarsan ji vê re dibêjin ‘Qewiltas-Sê Rojên Yaran’ û di van sê rojan de rojî digrin, Yarsan bawer dikin ku ew ji bo wan wacib e. Piştî roja sêyem ya ku Yar tê de bi fermana Siltan xelas bûne cejnê pîroz dikin.
Tembûr amûra pîroz a cejna Ehlî Heq
Cejna Qewiltas pênc roj li ser hev berdewam dike. Lê kevneşopya vê cejne wek kevneşopiya cejnên din derbas dibe.
Nanê pîroz “girde” tê pijantin, heywan tên qurbankirin, ji bo spasdariyê hinar, şekir û şînkatî dibin cemxaneyan û cejn di cemxaneyan de bi tembûr tê pîroz kirin.
Di roja yekem ya cejnê de Yar di cemxanê de serdana hevdû dikin û cejna hev pîroz dikin. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)