Cenap Îlboga nivîsî-Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de rewşa Agiriyê

featured
Bajarê Agiriyê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bi diyarkirina namzetan re atmosfera hilbijartinan jî  hêdî hêdî xwe zêtetir dide hîskirin. Cudahiya vê hilbijartinê ji ya 2017 an zêdetire. Gel vê hilbijartinê ne weke hilbijartineke asayî, tevî vê bo nîşandana serfiraziyê jî wekî firsendekî dinirxîne. Gelê Agiriyê vê hilbijartinê ji xwe re wek rexnedayînê dibîne, ji ber ku di şaredariyan de hatin ( xapandin). Lê ev ê jî baş dinirxînin, wan kesên ku vê hesabê dikin xwe xapandine. Mirov dema van tiştên qewimîne dinêre, gelê Agiriyê dê vî hesabî ji van desthilatdara bipirse.

Di vekirina buroyan de ev hesab pirsîn xwe zêdetir dide hîskirin. Navenda Agiriyê di serî de li hemû navçeyan vekirina buroyan û danasîna namzetên Partiya Çep a Kesk re  gel wek pêlên behrê daketin qadan.

Gelê Agiriyê li gor dîrokê nêzî hilbijartinên 14’ê Gulanê dibe. Vê hilbijartinê wek ‘Serhildana Agiriyê’ dinirxîne. Dixwaze di guhertina pergalê de rola xwe ya dîrokî bilîze.

Li gor nêrînan; Partiya Çep a Kesk, di vê hilbijartina 14’ê Gulanê de wê ji çar parlamenteran sê parlamenteran bi misoger bişîne meclîsê. Lê gengaze ku her çaran jî bişîne. Lewre gel biryara xwe wisa daye. Di vir de bandora namzetên CHP û AKP’ê jî heye. Lewre namzeta Partiya Çep a Kesk a rêza çara, namzeta AKP’ê yê rêza yekemîn û namzetê CHP’ê yê rêza yekemîn, ji navçeya Panosê ne. Ev namzetên CHP û AKP’ê deng ji hilbiirên hev digrin. Bi hesabê matematîkê jî were hesab kirin Partiya Çep a Kesk gengaze ku her çar parlamenteran jî bişîne meclisê.

Dîsa di serokomariyê de Kiliçdaroglû hîn zêdetir li pêşiyê ye. Lewre hilbijirên Partiya Çep a Kesk girêdayî vîna xwe ye. Her çiqas Kiliçdaroglu heya roja îro Kurdetiya xwe neanîbe ziman jî, lê  îro bi avayekê vekirî dibêje ‘Ez Kurdim’ û ‘Elewî me’. Ev jî bandoreke erênî dide nîşandan. Ev tişt jî xuya dike ku ev hilbijartina 14’ê Gulanê yê bibe serfiraziya hemû gelê Tirkiyeyê û gelên rojhilata navîn.

* Nêrînên di vê nivîsê de aydê nîvîskarî ne. Dibe ku ne li gor polîtîkaya edîtoryal ya Serhat Newsê be.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Cenap Îlboga nivîsî-Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de rewşa Agiriyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *