CENTCOM: Berpisyarekî paye bilind yê DAIŞ’ê hatiye desteserkirin

featured
WÊNE: VOA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) bi daxuyanîyekê ragihand ku wan di nava 48 saetên dawî de li Rojhilatê Suriyeyê, dijî DAIŞ’ê 3 operasyon lidaxistine. Fermandariyê her wiha ragihand ku di encama van operasyonan de berpisyarekî payebilind yê DAIŞ’ê jî hatiye desteserkirin.

Fermandariya CENTCOM’ê derbarê operasyonên li dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) de daxuyaniyek weşand.

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê, CENTCOM’ê ragihand di nava 48 saetên dawî de hêzên wan bi helîkopteran dijî hedefên DAIŞ’ê yên li Rojhilatê Suriyê 3 operasyonên cihe pêkanîne.

Fermandariyê di daxuyaniyê de daye zanîn ku di encamê de 6 endamên DAIŞ’ê ku yek ji wan berpirsek paye bilind e, hatine desteserkirin.

Berpirsê DAIŞ’ê El Zubeydî hatiye desteserkirin

CENTKOM’ê daxuyandiye ku ev kêsê desteserkirî “El-Zubeydî” ye û ew berpirsekî payebilind yê eyaleta Sûrîyê yê DAIŞ’ê ye û beşdarî plansazî û hêsankirina êrîşên li Sûrîyê bûye.

Bi alîyekî din ve, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî bi daxuyanîyekê ragihand ku di operasyoneke hevbeş ya bi Koalîsyona navnetewî de berpirsekî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatiye girtin.

HSD dîyar kir ku opearsyona hevpar di 16’ê Kanûnê de li Dêrezorê pêk hat û rêberekî DAIŞ’ê hate desteser kirin. HSD’ê her wiha destnîşan kiriye ku ev kese berpirsê rêkxisin û rêvebirina torên veşartî yên DAIŞ’ê, yên li wê deverê bû ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
CENTCOM: Berpisyarekî paye bilind yê DAIŞ’ê hatiye desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *