Di navbera salên 2008-2009ê li Ûrisî cîgiriya serokê berevaniyê kiribû û ji ber suçê gendeliyê hate desteserkirin
Serwîsa ewlakariya Federal a Ûrisan(FSB) daxuyanî da ku cîgirê wezirê berevaniyê yê Ûris Dmîtriy Bulgakov sedema sûçê gendeliyê desteser kiriye.
Parastina Ûrisî (FSB)daxuyanî da, di encama xebata ligel wezareta karê hundir û desteya lêpirsinê de,di çerçoveya dozeke sûçê gendêliyê bi alaqadar cîgîrê wezîrê berê yê berevaniyê General Dmîtriy Bulgaov hate desteserkirin û birin navenda desteserkirinê
Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku ji bo sedema merc û şertên Bulgakov ên derîqanûn werin pêdandin lêpîrsin û operasyon didomin.
Berdevkê desteya Ûrîs a lêpîrsinê di tora xwe ya cîvakî de daxuyanî da, Bulgakov di salên 2008-2009 de cîgîrê wezîrê berevaniyê kiriye tuşî bûyereke gendeliyê bûye derbarê wî de lêpîrsin tê meşandin ,wekî bergîriyekê hatiye desteserkirin. Dema ku Bulgankov di salên 2008-2009 li ser peywîrê demek dîrêj berpisyarê artêşa Ûrîsan ê lojîtikê bû.
Serhat News