Çîroka trajîk ya Damarseçkin ê bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Mamoste Abdullah Damarseçkîn li Wanê di sala 2017’an de bi Biryarnameya Bihuqmê Qanûnê (KHK) ji karê xwe yê li Wezareta Perwerdehiyê hatiye derxsitin. Damarseçkîn piştî ji kar hate derxistin, qezayeke trafîkê derbas dike û dikeve nava cihan. Ew niha di malekê de hewl dide di nava şert û mercên gelek xerab de bi tenê serê xwe jiyana xwe bidomîn e.

Di sala 2017’an de bi KHK ya hejmar 686’an wekî gelek kesan mamosteyê polê yê bi navê Abdullah Damarseçkîn jî ji kar hate derxistin. Damarseçkîn piştî ku tevî 80 kesan ji kar tê derxistin, dest bi têkoşîna xwe dike û di vê demê de mixabin qezayeke trafîkê derbas dike. Piştî qezayê sê hestiyên wî yê kemaxê dişkên û platîn diavêjin ser pişta wî. Ji vir şûn ve di jiyanê de bo Damarseçkin zor û zehmetî jî dest pê dikin. Ew niha di nava şert û mercên gelek zehmet de li navenda Wanê, di maleke du ode de, hewl dide jiyana xwe bi tenê sere xwe bidomîne.

‘Nikare tenê serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyana rojane pêk bîne’

Damarseçkin, piştî qezayê ev çend mehe di nava cihan da ye û nikare pêdiviyên xwe yên jiyana rojane, bi tenê serê xwe pêk bîne. Ew, tevî rondikên çawan dest bi vegotina jiyana xwe dike û dibêje di şevekê de bi KHK’ê pergala jiyana wî têk çoye.

Damarseçkîn, her wiha dide zanîn ku piştî qedandina beşa Endezyariya Ziraetê, wekî mamoste hatiye peywirdarkirin û wî li gelek gundan bi taybet bo ku keçik bikaribin bixwînin hin xebat meşandine.

‘Ez hej jî nizanim çima ji kar hatime derxistin’

Damarseçkîn, destnîşan dike ku ew hêj jî nizane gelo bo çi ji kar hatiye derxistin û nerazîbûna xwe ya li hemberî vê rewşê wiha tîne ziman: “Piştî ku ez ji kar hatim derxistin, min dest bi hewldanên peydakirina karekî kir. Wê demê erebeyê li min xist û ez ji nexweşxaneyê re hatim rakirin. 6 mehan ez li wir mam. Dema ez li nexweşxaneyê bûm, xwediyê malê ku ez di kirêdê bûm, ez ji malê derxistim. Keçika min hat û ji min re maleke du ode girt. Ez niha li wir jiyan dikim. Lê ez nikarim tenê serê xwe li vir jiyana xwe berdewam bikim. Hin caran ekîbên lênêrînê ya di malê de (Evde bakim) tên birînên min dikewînin. Derbaskirina jiyanê di nava van mercan de gelek zehmet e.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Çîroka trajîk ya Damarseçkin ê bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *