Hat ragihandin ku ciwanê bi navê Kasim Eglentî, dema dixwest ji Herema Kurdistana Federal a Iraqê derbasî aliyê Tirkiyê bibe, di Çemê Hêzilê de xeniqiye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ciwanê bi navê Kasim Eglentî yê 30 salî dema dixwest ji Herema Federal a Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bibe, di Çemê Hêzilê ya di navbera Şirnex û Herema Kurdistanê de, xeniqî.
Hat hînbûn Eglentî, ev 4 sal bû li bajarê Dihokê jiyan dikir û bi eslê xwe ji bajarê Êlihê ye.
Li gor zanyariyan, cenaze ji bo otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Dihokê. Hat diyarkirin ku malbata wî jî, biboneya cenaze werbigire çûye Dihokê.
Cenazeyê Eglentî ku piştî du lêgerîna du rojan hatibû dîtin, li Êlihê bê definkirin.
Serhat News
(lg)