Dadgeha Destûrî: Mafê rojnameger Ûgûrî hatiye binpêkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgeha Destûrî di biryara xwe de gotiye ku ji ber rojnameger Cemîl Ûgûr desteser kirine, “maf û ewlehiya wî ya şexsî” hatiye binpêkirin. Hikûmet bi 67 hezar û 500 TL cezayê pereyan hatiye cezakirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya debarê rojnameger Cemîl Ûgûrî de aşkere kiriye. 

Piştî ku li Şaxê, navçeya Wanê leşkeran Osman Şîban û Servet Tûrgût ji helîkopterê avêtin û nûçeya wan li Ajansa Mezopotamya û JinNewsê hatin weşandin, tevlî Ûgûrî 5 rojnameger hatibûn girtin û 6 mehan girtî mabûn. 

Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) parêzvaniya Ûgûrî dike û wan li ser navê rojnamegerî serî li Dadgehê dabûn. Dadgehê di biryara xwe de aşkere kiriye ku girtina Ûgûrî ne li dijî Destûra Bingehîn e.

Dadgehê her weha diyar kiriye ku ji ber 6 mehan ew girtî maye, “maf û ewlehiya wî ya şexsî hatiye binpêkirin.”

Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza Ûgûrî ya ku gotibû “mafê azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê hatiye binpêkirin” qebûl nekiriye. 

Dadgehê diyar kiriye ku ew îdiaya dibêje rojnamegeran “Li gorî xala 14an a Peymana KCKyê xebat kirine” bêbingeh e û delîl ji îdiayan re nehatine peydakirin. Her weha gotiye ku nabe Ûgûr ji ber naveroka nûçeyên xwe, bi endamtiya rêxistinê were tawanbarkirin. 

Dadgehê gotiye, “Di biryara girtinê de hatiye diyarkirin ku li ajansa serlêder lê kar dike weşanên rêxistinî tê kirin lê qet behsa nûçeyeke têkildarî serlêderî nehatiye kirin.” Dadgehê di dewama vê biryarê de destnîşan kiriye ku nabe bi tena serê xwe ajansa lê kar dike weke delîl nîşan bidin û bikin sedema girtina wî. 

Dadgehê hewce nedîtiye ku nûçeya Ûgûrî ya derbarê Osman Şîban û Servet Tûrgûtî de binirxîne. 

Li gorî vê encamê, dadgehê qebûl kiriye ku 67 hezar û 500 TLyî bidin Ûgûrî. Daxwazên din ên derbarê tezmînatê de qebûl nekiriye.

Jêder: Bianet

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dadgeha Destûrî: Mafê rojnameger Ûgûrî hatiye binpêkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *