1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Dadgeha Makeqanûnê derbarê Demîrtaş de biryara binpêkirinê da

Dadgeha Makeqanûnê derbarê Demîrtaş de biryara binpêkirinê da

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgeha Makeqanûnê derbarê Selahattîn Demîrtaş de ji ber dozeke wî biryara binpêkirina maf da. Di çarçoveya biryarê de dewlet ji Demîrtaş re wê 13 hezar 500 TL tazmînatê bide.

Di sala 2011’an de derbarê Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji ber axaftineke wî bi hinceta ‘Propagandaya Rêxistinê kiriye’ doz hatibû vekirin. Demîrtaş, ji ber vê dozê serî li Dadgeha Makeqanûnê dabû.

Biryara tazmînatê hat dayîn

Dadgehê li ser serlêdana Demirtaş biryar da ku “mafê Demirtaş hatiye binpêkirin” û ji ber binpêkirinê divê Demirtaş bi 13 hezar û 500 lîreyên tazmînatê werbigire.

Di biryara dadgehê de tê gotin, “Ji ber beşdarî civînê bûye, nabe wek organîzator û rêveberê civînê bê dîtin û hebûna wî ya li wê derê wî nake hevkarê wan karên li dijî yasayê.”

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ji 4’ê Mijdara 2016’an ve bi sedemên siyasî girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê dimîne.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dadgeha Makeqanûnê derbarê Demîrtaş de biryara binpêkirinê da
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri