Daniş Beştaşê qedexekirina muzîka kurdî li Parlamentoyê protesto kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamentera HDPyê Meral Daniş Beştaşê gotiye: “Polîsên ku tundkariya li ser jinan asteng nakin, ji ber ku bi kurdî stran strane, komekê asteng dikin, qedexe dikin. Hûn nikarin yek van zimanên qedîm qedexe bikin.”

Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaşê li Parlamentoyê civîneke çapemeniyê pêk aniye.  

Daniş Beştaşê di civîna xwe de behsa astengkirina muzîka kurdî ya li Kolana Îstîklalê, ya li Stenbolê kiriye. Beştaşê wiha gotiye:

“Li Taksîmê komeke ku bi kurdî distira hatiye astengkirin. Polîsek dibêje, ez ji van deran tev berpirsiyar im. Pişta xwe dide kê, dide yê li Qesrê. Sîstema qedexekirinê ji Qesrê destpê dike. Ji wan heye her tiştên ku naxwazin qedexe bikin, wê bikaribin rêveberiya li gor dilê xwe li wî welatî dewam bikin.

“Ev encama dijminatiya li dijî zimanê kurdî, li dijî muzîka kurdî ye. Polîsên ku tundkariya li ser jinan asteng nakin, ji ber ku bi kurdî stran strane, komekê asteng dikin, qedexe dikin. Hûn nikarin yek van zimanên qedîm qedexe bikin. Hûn nikarin zimanê kurdî qedexe bikin.” 

Daniş Beştaşê di dawiya civînê de beşek ji wê stranê straye ku polîsan nehiştina koma muzîkê wan bistirê û wiha gotiye: 

“Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me pêşeroja me ye. Em ê her tim zimanê dayikê biparêzin.”

Jêder: Bianet

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Daniş Beştaşê qedexekirina muzîka kurdî li Parlamentoyê protesto kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *