1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Dayikên Şemiyê dîsa hatin desteserkirin

Dayikên Şemiyê dîsa hatin desteserkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dayikên Şemiyê û parasvanên mafên mirovan ku dixwestin li qada Galatasaray ya Stenbolê daxuyaniyê bidin, ji aliyê polîsan ve dîsa hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza hînbûna aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina faîlên wan her hefteyê çalakiyê li dar dixin, di hefteya 945’an de jî hatin ba hev. Li gel ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM)  biryara “binpêkirinê” daye jî, dorpêça polîsan a li ser Qada Galatasarayê didome. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan xwestin li qadê daxuyaniyê bidin. Lê belê vê hefteyê jî rastî astengkirin û mudaxaleya polîsan hatin.

Dayik û kesên pê re, ji ewil li pêşiya bariyerên polîsan ên li qadê hatin dorpêçkirin û piştre jî hatin desteserkirin. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û parêzer Merîç Eyûpoglû jî tev li çalakiya vê hefteyê bûn. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dayikên Şemiyê dîsa hatin desteserkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri