DBP: Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 16’emîn de didome. Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, serdana malbatan kir û piştgirî da çalakiyê. Hevserokên DBP’ê yên Wanê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar û rêveberên DBP’ê serdana malbatan kir. Di serdanê de Çetîn Ûyar, diyar kir ku bi politikaya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, hewl didin gelê kurd teslîm bigirin û girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Ûyar, xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Em ji bo malbata Şenyaşar û malbatên Roboskê edaletê dixwazin. Em ji bo girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin edaletê dixwazin.”

Jêder: XWEBÛN

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
DBP: Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *