Li Wanê heyama berhevkirina tiriyê Erdîşê yên ku bi nîşaneya çoxrafîk hatiye tesçîlkirin, destpê kiriye.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê, berhevkirina tiriyên Erdîşê yên ku par bi îşareta coxrafîk hatibû tesçîlkirin, destpê kiriye. Li gor zanyaran ev cureya tiriyê ku li Erdîşê tê hilberîn, bi dîroka xwe heta çendîn sedsalan diçe.
Endezyarê Zîraetê Ahmet Mesut ku dibêje bi malbatê ev nêzî 200 salane karê rezvaniyê dikin, wiha axivî: “Li herêma me dims û bastêqê tiriyên Erdîşê jî tên çêkirin û firotin. Ev piştgiriyê dide aboriya Wanê û herêmê. Piştî ku belgeya wê ya tescîlê hat hildan, tirî zêdetir li welêt hat naskirin. Me dest bi qetandina tirîyan kir û wê mehekê dewam bike. Bi xebata ku qaymeqamtiyê da destpêkirin va jimarên baxên tirîyan zêde bûn û tirî ji her herêmê re tên şandin.”
Serhat News
(lg)
Jêder: AA