Siyasetmedarê Kurd û Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, piştî bertekan zimanê Kurdî jî li malpera xwe zêde kir.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, çend roj beriya niha, bo wergirtina nêrînên gel, bi 4 zimanên wekî Îngîlîzî, Fransî, Almanî û Tirkî malperek vekirî bû.
Lê, ji ber ku di malperê de cih ji zimanê Kurdî re nehatibû dayîn welatiyan bertekên xwe anîbûn ziman û rexne li siyasetmedarê Kurd Demîrtaş kiribû.
Piştî van bertekan li malpera Demîrtaş a navnîşan www. demirtasinfo.com/tr zimanê Kurdî jî hate zêdekirin
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver