Derheqê gundîyê ku li dijî hilberîna mermerî derketî de lêpirsîn vebû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçeya Taybet – Li gundê Yurtbaşi (Şexan) ya bajarokê Payîzavaya Wanê derbarê gundiyên ku li dijî  ocaxa mermerî derketî de lêpirsîn hat destpêkirin. Li ser gilîkirina leşkerekê derheqê gundîyan de îdianame hat amadekirin û tê xwastin ku gundî werin cezakirin.

Di Gulana 2021’an de gundîyên Şexanê bi sedema gundê wan zirar dibîne, li hember hilberîna mermerî hatibûn û leşkeran êrîşî wan kiribû. Di encamê de leşkeran li ser gundîyan gule barandibû û 12 gundî desteser kiribûn. Herwiha 25 govên gundîyan bi makîneyên kar hatibûn hilweşandin.

Ev demeke dirêj di rojeva raya giştî de bû

Piştî bûyera hejmarek sazîyên sîvîl û partîyên sîyasî serdana gundîyan kiribûn û piştgirîya xwe ji wan re ragihandin. Gundîyan bi pîştgirîya Baroya Wanê gilî kiribûn, lê derheqê wan de lêpirsîn hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Gurpinarê ku derbarê giliyên welatiyan de biryara neşopandinê da, bi serlêdana leşkerekê li dijî gundiyan lêpirsîn da destpêkirin.

Çawişê ku gule li gundiyan reşandin gilî kir

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Gurpinarê ve li ser giliyê Pisporê Çawîşê R.A. yê ku li Fermandariya Cendirmeyan a Guzelsuyê wezîfedar e, gundî gilî kir û îdia kir ku gundîyê bi navê Hadî Yucel wi xistîye. Ji gundiyên ku der barê wî de doz hatibû vekirin Hadî Yucel di îfadeya xwe de diyar kir ku di roja bûyerê de tenê armanca wî ew e ku nehêle govên wan werin hilweşandin û di dema aloziyê de alozî derketiye.

Serdozgeriya Komarê ya Gurpinarê xwest ku gundî werin cezakirin û diyar kir ku Hadî Yûcel sûc kiriye û ji bo dosya giştî bê vekirin delîlên têrker pêşkêş kir.

Îdianame ji Dadgeha Cezayê Asliye ya Gurpinarê re hat şandin.

Serhat News

(sg-ro-aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Derheqê gundîyê ku li dijî hilberîna mermerî derketî de lêpirsîn vebû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *