Deriyê Mizgefta Hz. Omer ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat mohrkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Deriyê Mizgefta Hz. Omer ku di pêşengiya DÎAYDER’ê de piranî alim û welatiyên Kurd lê nimêj dikin, li ser biryara qeymeqamtiyê, bi hinceta ‘Xebata bê destûr e’ hat mohrkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Mizgefta Hz. Omer ya li taxa Guvercîntepe ya navçeya Başakşehira Stenbolê, duh beriya nimêja înê hat mohrkirin. Qeymeqamtiya Başakşehirê ev mizgefta ku piranî welatiyên Kurd bi pêşengiya melayên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Alimên Oldar (DÎAYDER) nimêjê lê dikin, bi hinceta “Xebata bê destûr dimeşîne” mohr kir.

‘Ev biryareke siyasiye’

Endamê DÎAYDER’ê mele Îbrahîm Yalin bertek nîşanî mohrkirina deriye mizgeftê da û destnîşan kir ku komele û mizgefta wan di encama biryarên siyasî de hatine girtin. Yalin, derbirî ku deriyê mizgeftê ji aliyê polîsan ve li ser biryara qeymeqamiyê hat mohrkirin û polîs li xwediyê milkê mizgeftê geriyane û ketine pey agahiyên ku mizgeft çawa daye meleyên DÎAYDER’ê.

‘Destûr nedan nimêja înê bê kirin’

Her wiha Yalin da zanîn ku anî ziman ku wan ji bo nimêja xwe înê bikin her çiqas destûr ji polîsan xwestiye jî lê destûra nimêjkirina wan nehatiye dayîn û kêliya dê xutbeya xwe bikirina lê polîsan derî mohr kir. Yalin got wan nimêja înê nekir û li derve man û hemû mesrefên li mizgeftê jî dihatin kirin cemaeta dihat nimêjê temîn dikir.

‘Deriyê mala xwedê mohrkirin’

Yalin bi bîr xist ku demek dirêj e zext li wan hene û sala par mizgefta wan hatiye çavdêrkirin û polîsan bi kamerayan kî ketiye mizgeftê û kî derketiye dîmenên wan girtin e. Yalin destnîşan kir ku deriyê mala xwedê hatiye mohrkirin û got ku wan ji bilî îbadetê tiştek li mizgeftê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku avahiya DÎAYDER’ê ya li semta Şirînevlera Stenbolê li ser biryara Dadgeha Bakirkoyê di 22’ê Tîrmehê de ji aliyê polîsan ve hat girtin û deriyê wê hatibû mohrkirin.

 Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Deriyê Mizgefta Hz. Omer ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat mohrkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *