Tiştên li Wanê hatine serê dermanfiroş Carolîne Camgoz, bêhiqugiyên li Tirkiyeyê tên jiyan dide nîşandan. Di sala 2006’an de hemû dermanên di dermanxaneya wê de hatin desteser kirin. Ew bi avayekî bê hiquq hate darizandin û dû re hate girtin.
Dermanfiroş Carolîne Cagoz, di sala 1979’an de ji Fakulteya Dermansazî ya Zanîngeha Stenbolê (ÎU) mezûn bû. Pîştî ku, 22 salan destûrnameya dermansaziyê nedan, ew bêkar ma. Ev 43 sale dermanfiroşiyê dike û di dema ciwantiya xwe de li Stenbolê carekê li rastî êrîşa cekdarî hatiye û gelek caran jî rastî îşkenceyên JÎTEM’ê hatiye. Ew dibêje ku dema li Qersê dermanfiroşî dikir ji aliyê JÎTEM’ê ve hatiye desteserkirin û piştî îşkenceyên çend rojan, bi avayekî çav girêdayî, li Erzromê ew li nava kolanê hatiye hiştin.
Her wiha çaxê ku li navçeya Dîvriyê ya Sêwasê dermanfiroşî dikir de jî bi hinceta “Alîkarî dayîna lojistîkê bo rêxistinê’ hatiye desteserkirin. Camgoz piştî pêvajoya darizandinê, neçar dimîne ku biçe Antalyayê. Lê li wê derê jî rastî pêkutî û desteserkirinan dimîne û vê car jî berê xwe dide navçeya Hêzana Bedlîsê. Camgoz, dema ku serpêhatiyên xwe vedibêje destnîşan dike, “Ji ber ku ez Ermenî me ev 40 sale hemû mafên min ji destê min hatine wergirtin.”
Camgoz ku niha 67 saliye diyar kir ku wê li Navçeya Miksê ya Wanê ji xwe re dermanxaneyek vekiriye û wiha dibêje: “Rojekê serleşker, cerdevan, bijîjk û çawîşên pispor bi çekên lûle dirêj deriyê dermanxaneya min xistin. Bê jimartin hemû dermanên min li dermanxaneyê berhevkirin û birin. Li ser biryarnameya dadgehê navê min tunebû. Hevokên ‘Di encama îxpara ku Îzzetin Yayla di dikana xwe de dermanan difiroşe’ di biryarnameyê de hebû. Min ev bêhiqûqî ji Wezareta Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê re ragihand. Ji bo dadger û dozgerê ku biryara lêgerînê daye min serî li HSYKê da. Dadger û dozgerên ku doz li min vekirin, aliyê din jî wekî gilîker di dosyayê de cih girtin. Ez hatim darizandin, 18 sal ceza li min hat dayîn, ez ketim girtîgehê. Piştî cîbicîkirina biryarê derket holê ku ez ji aliyê dadgehên bê destûr ve hatim darizandin. Kî wê salên min ên windabûyî bide min?”
‘Ji ber zextan bajar bi bajar geriyaye’
Camgoz, derbiri ku di sala 1996’an de ji bo li Hîzanê dermanxane vekin serî li Odeya Dermanfiroşên Bedlîsê dabûn, lê belê dosyaya serlêdanê li wir winda bû û hat gotin, “Serlêdaneke we ya bi vî rengî tunebû” û wiha dewam kir: “Wê demê li Bedlîsê mirov dihatin qetilkirin. Piştî ku min serî li Dadgeha Bilind da, destûrname dan min. Ew ji di sala 1998’an de hat betalkirin. Di sala 2008an de ji nû ve destûrname hat derxistin, paşê di sala 2015’an de cardin hat betalkirin. Ez van biryarên bi êşkence û êrîşkar wek cudakariya li dijî eslê xwe dibînim. Ev şopandinek sîstematîk, bi zanebûn e. Her cihê ku ez diçûm, ji ber zextên ku li min hatin kirin, ez neçar mam ku derkevim û rastî cudakariyê hatim. Gelek hevalên min ên ji pêkhateyên cuda hatin qetilkirin, ez jî li Stenbolê hatim gulebarankirin, rastî êrîşa çekdarî hatim. Dema ku li Qersê wekî dermanfiroş dixebitîm, ez hatim revandin û 3 rojan hatim lêpirsînkirin. Dema min çavên xwe vekirin ez li kolaneke Erziromê bûm. Ez li Sêwasê hatim binçavkirin û bi îdiaya ku ji rêxistinê re lojîstîk daye min doz hat vekirin. Dema ez li Antalyayê dermanfiroş dixebitim dîsa hatim binçavkirin û tehdîdkirin. Li Hîzanê bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” hatim binçavkirin. Di hişê wan de têgihîştinek heye ku ez sûcdarek potansiyel im.”
Heta biryara Dadgeha Bilind jî veşartibûn
Camgoz, anî ziman ku di encama lêgerîna mafan de doz ji nû ve hatiye vekirin û li dadgeheke bilind hatiye darizandin. Ew dibêje ku biryara ji nûve darizandinê ji wê re nehatiye ragihandin. Camgoz amaje bi wê yekê jî kir ku dadger û dozgerên ku wê demê ew darizandibûn, piştre bi hinceta FETO hatin îxrackirin û wiha got: “Baş e dermanên min û lîsansa min a dermanxaneyê li ku ne? Dema ez birim girtîgehê, kurê min ê biçûk dihat girtîgehê, li ber deriyê girtîgehê revandin û fîdyeyê xwestin. Teşwîqkarê van hemûyan kî ye? Ez rastî gelek binpêkirinên mafan hatim. Ez li mafê xwe yê jiyanê, li karê xwe digerim. Ez li sûcdarên jiyana xwe ya dizî digerim”
‘Ez tu carî rastî dosyayeke wiha derqanûnî nehatim’
Parêzerê Camgoz, Ebubekir Dîkmen, bi bîr xist ku doz di sala 2006’an de bi serdegirtina bêhiqûqî ya li cihê kar a muwekîlê wî dest pê kiriye. Parêzer Dîkmen ev agahî parve kir: “Ji ber ku di serdegirtinê de dermanên wî hatin desteserkirin, bi rêya Qeymeqamtiyê û Wezareta Karên Hundir serî HSYK’ê daye. Dixwaze bizane çima dermanên wê hatine desteserkirin. Dozger û dadgerên li Miksê wê demê dest bi lêpirsînê dikin ku îfadeyên di daxwaznameyan de îftira ne. Dozger bi girtina îfadeya xwe dest bi lêpirsînê dike. Ji dadgeran re îdianameya ku îftîra li cerdevanan hatiye kirin amade dike. Di îdianameyê de bê ravekirin, gilîker dozgerê ku îdianame amade kiriye. Ev lêpirsîn bi lez û bez bi dadgehkirina dadwerê gilîker bi dawî dibe û cezayê herî bilind ji bo muwekîl tê dayîn. Muwekîlê min bi lez û bez diavêjin girtîgehê û hemû ceza 7,5 sal tê înfazkirin. Biryara dozgerek bê destûr, dadgehek bê destûr ji hêla Dadgeha Bilind ve çawa tê pejirandin? Hewl hatin dayîn ku muwekîlê min xwedî qeyda sûc be û hûn nikaribin destûrnameya dermanxaneyê bistînin. Bi rastî dema ku min dosyaya dawîn lêkolîn kir, heta îro tu carî rastî dosyayek wiha neqanûnî nehatim.”
‘Sûcekî organîze heye’
Dîkmen wiha got: “Ne mimkûn e ku Dadgeha Bilind nizanibe ku dozger û dadger bê destûra wezaretê nayên darizandin. Ev sûcekî organîze ye.” Dîkmen destnîşan kir ku muwekîlê wî bi heman îdianameya ku ji aliyê dozgerê navborî ve hatiye amadekirin dîsa hat darizandin û di encamê de beraat kir.
‘Darazên ku di wê demê de hatine dayîn pûç û betal in’
Dîkmen, bilêv kir ku gelek kesên mîna Camgoz jiyana wan tarî bûye hene û wiha dewam kir: “Dadgeha Bilind çawa vê nizane? Bi taybetî êşa ku ji hêla muwekîlê min ve hatî ceribandin, nîşanek eşkere ye ku mirovên xwedî ramanên cûda çawa bi rengekî derqanûnî têne darizandin. Dema ku me deng da ji nû ve darizandinê, gotin ne pêkan e. Divê biryarên li hemû dadgehên ku îro bi hinceta ‘endamên rêxistinê’ tên darizandin bên betalkirin. Dadgehkirina Caroline Camgoz mînaka herî baş a vê yekê ye. Hemû darazên ku di wê demê de hatine kirin ji bo me pûç û betal in. Divê ev gilî bên çareserkirin. Divê biryarên neqanûnî bên betalkirin. Divê dozek ji nû ve were vekirin.”
Serhat News