Piştî erdhejên Mereşê, tevî dayik û bavan, derûniya zarokan jî xerab bûye. Derûnnasê Pispor Huseyîn Erol derbarê mijarê de got, “Divê bi rêya zanînstê erdhej ji zarokan re bê vegotin.”
Li herêma Erdhejê aliyekê hewl tê dayîn pêdiviyê mexdûrên erdhejê werin pêkanîn û aliyekê jî xebatên rakirina xirabeyan berdewam dikin. Her wiha li herêmê ji ber paşerdhejan metirsiya erdhejan jî berdewam dike. Ev metirsî jî di serî de li ser zarokan, bandorek pir xerab li ser mirovan dike
Derûnnasê Pispor Huseyîn Erol, pêşniyarên xwe yên derbarê derûniya erdhejê de bi Serhat Newsê re parve kir.
Huseyîn Erol, derbirî ku wekî Sendiqeya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ew çûne herêma erdhejê û wiha axivî: “Li ser mirovan, hestên wekî kaos, tirs, panîk û metirsiyê çêbûne. Bi taybet li bajarên Mereş, Semsûr û Hatayê hestê hêrsbûnê pir zêde bû. Ev hêrs jî ji ber ku alîkarî ji wan re nehatiye gihandin, derketibû holê. Tuwaletên wan tunebûn, nedikarîn serê xwe bişon. Ditirsiyan têkevin konan jî. Zarokan xwe avêtibûn pişt danga dayîkan. Rewşa zarokên ku dayîk an jî bavê xwe winda kirine, xirabtir bû. Wan a ne dizanî ku dê çi bikin, biçin ku.”
Rewşa zarokan
Erol bi domdarî behsa rewşa zarokan dike û dibêje ku jiyana wan bi temamî guheriyê. “Li herêma erdhejê konên lîstinê bo zarokan tunebûn. Wan a li ser kavilan leyîzên xwe dilîstin. Pêwîste bo zarokan qadên ewle bêne avakirin. Ev dê bo zarok û malbatên wan pir baş be. Lewra malbatên mexdûrê erdhejê bo zarokên xwe pir ketine nava fikarê.”
Erol, debarê rewşa malbatên ku koçî bajarên din de jî wiha dibêje: “Divê em wan a baş fêm bikin. Dibe ku zarok şev binê xwe şil bikin, her tim xwe bavêjin bin danga dayîka xwe. Ev tişt asayî ne. Di mezinan de jî tirs û fikar derdikevin holê. Di serî de lazime malbatên ku ji herêmên erdhejê hatine baş bizanibin ku di ewlehiyê de ne. Lazime hemû pêdiviyên wan bê pêkanîn da ku biçek rehet bikin. Herwiha zêde pirsên derbarê erdhejê de divê ji wan neyê kirin. Bi wan re axaftin wê baş be. Ger bixwazin dikarin ji we re behsa windahiyên xwe bikin. Ev dê bo wan baş be. Parvekirina êşê dê wê derûniya wan rehet bike. Lê divê ew neyên şikestin.”
‘Divê jiyana zarokan bê asayî kirin’
Herwiha Erol dibêje ku divê jiyana zarokan jî were asayîkirin û wiha derbirî: “Ger zarok baş werin ser hemdê xwe ev yek dê tesîrê li ser endamên malbatê yên din jî bike. Lewra başbûna zarokan pir girîng e. Têkiliya van zarokên ji ber erdhejê hatine vir, bi zarokên din re pir girîng e. Ew biçin kreş an jî dibistanan wê pir baş be. Bila zêde kartonfilman temaşe nekin. Mezin jî bila zêde li ber nûçeyên telefizyonê yên erdhejê nesekinin.”
‘Gelo cihê me ewle ye an na?’
Erol, diyar kir ku divê li pisporên erdhejê bên guhdarîkirin û wiha got: “Gelo cihê me cihekî ewle ye an na? Berî her tiştî, divê em wê kontrol bikin û di dema erdhejek gengaz de prova bikin. Tiştek heye ku em jê re dibêjin travmaya duyemîn. Em dikarin çapemenî bibînin û bandorê li wan bikin, tiştê ku em jê re dibêjin tavana duyemîn e. Karê me yê rojane tê astengkirin û em neçar dimînin ku têkevin avahiyê. Bi taybetî jî jin dikarin bi heman awayî vê yekê ji zarokên xwe re derbas bikin. Ev yek bi wê re dibe sedema hilweşîneke cidî ya derûnî. Divê peyv li gor temen bên hilbijartin. Di rewşa ku jiyana zarokên 0-5 salî dikevin xetereyê de reva li şûna vegotina kêliya erdhejê çawa ye? Cihê ewle divê çawa be? Divê ji malbatê re bêjin ku ew ê bibe. Zarokên ji 5-8 salî mezintir her tiştî bi awayekî konkret fêr dibin.”
Serhat News
(lg)