1. Haberler
  2. Taybet
  3. Desthunerekî qedîm: Sevîçêkirin

Desthunerekî qedîm: Sevîçêkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Miksê hosteyê sevîkan (Selik) Abdullah Yildiz ê 65 salî ev demek dirêje van berheman çêdike. Sevîçêkirin, li vê navçeyê hunereke destan a kevnareye û hosteyên wê hewl didin vê hunerê bidin jiyandin.

Navçeya Miksê (Bahçesaray) a Wanê ku di sala 1987’an de bûye navçe biboneya ku zivistanan rêya wê ji ber berfê her tim tê girtin, di nava gel de wekî ‘Gerestêrka 9’emîn’ tê bi navkirin. Ev navçeya ya şêrîn ku xwe di nava çiyayan de  veşartiye, di heman demê de warê feylezof û navdarê edebiyata klasîk a Kurdî Feqiyê Teyran e.

Dîrok û wateya navê Miksê bi zelalî ne diyar e, lê li gor hin çavkaniyên dîrokî, navê Miksê, wekî ‘Moks’ yekem car ji aliyê gelê Ermen ve hatiye bikaranîn.  Miks wê çaxê wekî  Mîrekiyekê girêdayî Qraltiya Vaspûrakan a Ermenan bûye.

Ji bermahiyên dîrokî, şikeft û şopên din ên jiyanê, xuya dibe ku Miks ji destpêka serdema dîrokê vir ve bûye cihê jiyanê. Miks, ne tenê alîyê dirokê ve di heman demê de ji aliyê çand û hunerê ve jî cihek rengîn û girîng e.

Desthunerekî qedîm: Sevîçêkirin - Destuhenerke geqim Sevicekirin 3

Li herema Miksê gelek hunerên testan yên wekî kevanjenî, çêkirina Seviyan û kevirên lîstika kişikê (Satranç) hene.

‘Dar û çemên Miksê berdelê her tiştiye’

Yek ji hosteyên seviyan jî Abdullah Yildiz 65 saliye û ew li gundê Averîsê ya bi ser Miksê ji dayîk bûye. Yildiz, ku qala navçeyê dike, got ku herema wan di nava çiyayan de pir xweşik xuya dike û wiha domand: “Dar û çemên Miksê berdelê her tiştiye. Li vir zivistan, di bin berfê de tevî zor û zehmetiyan derbas dibe. Lê gelê Miksê hînê berfê bûye, bo wan ne pirsgirêk e. Miks neh mehan di bin berfê de dimîne. Gelê Miksê di wan demên dirêj de seviyan çêdikin. Piranî rojên welatiyan bi lîstina kişikê derbas dibe. Lîstika kişikê bo wan karekî pir girîng e.”

Desthunerekî qedîm: Sevîçêkirin - Abdullah Yildiz Destuhenerke geqim Sevicekirin 1
Abdullah Yildiz

Sevî bi darê biyê tê çêkirin

Yildiz, derbirî ku şêniyên heremê piranî van seviyan difiroşin, lê ew  tenê bo mala xwe çêdike û wiha pêde çû: “Em van seviyan ji darê biyê çêdikin. Van daran yek bi yek berhev dikin û ew bahûşkê hanê yên seviyan xwe ne. Bahûşkên seviyan cuda hene. Di danî çêdibin, ji wan re dibêjin suphan. Em hebekî têxne ber seviyê. Her yekî du an jî sê heban têxin ber. Dema dara wê temam bû em wan şivikan pelê wan vedikin û wan şivikan nav hevda derbas dikin. Heta bibe helaq em nav hevre derbas dikin. Ku heta ew şivik bigehîjine hevdû em berdevam dikin. Vexta gehîşte hevdû em vedihînin û ew dibe binê wê. Dema sevî heta niviyê çebû em şivikan jê dikêşînin û çêkirina seviyê diqede.”

Desthunerekî qedîm: Sevîçêkirin - Destuhenerke geqim Sevicekirin 4

‘Ew bo nanî Selehan jî çêdikin’

Ji bilî seviyan Yildiz, di berdewamiyê de bi ser çêkirina ‘Selehan’ jî sekinî û ev agahî dan: “Hinek kes selehan jî çedikin. Ew jî li binê wê nav hevre derbas dikin û heta mezin bibe û girover bibe dewam dikin. Ew ji dibe seleh. Seleh ji bo nanê çedikin. Lê wan seviyan de ê piçûk hene. Yê destan, navê wan kelik e. Zebze dixene navde. Ew jî wek seviyan tê çêkirin lê belê piçûkin û destikan pêre çêdikin. Destikan jî li darê çêdikin û didin destê xwe diçin bazarê”

Desthunerekî qedîm: Sevîçêkirin - Destuhenerke geqim Sevicekirin 2

‘Êdî tu kes vî karî nake’

Di dawiya axaftina xwe de Yildiz got ku ev pir hes dike van seiyan çêbike û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Yê ku ji bo firotinê çedikin, rojê 2-3 heban çêdikin. Hinek hene çar heban jî çêdikin. Çêkirina wê gelek zor û zehmet nîne. Karekî xweş e. Ez rojê yekî çedikim. Ji şexsê xwe re çêdikim, ji bo firotanê çênakim. Hin kes ji bo firotinê 10-20 heban çêdikin. Lê em ji bo xwe çêdikin. Em zebze, giha, dar û tiştên din, têxin nava wan. Sevî tenê ji bo van tiştane. Zemanekî karê seviyan zêde bû. Gundî diçûn derve dar dianîn. Wê çaxê zehmet bû. Lê niha ew rabû. Êdî tu kes vî karî nake.”

Serhat News

Video/Montaj: Dildar Guler

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Desthunerekî qedîm: Sevîçêkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri