1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Di 27’min roja qetilkirina Jîna Amînî de li Îranê çalakî berdewam in

Di 27’min roja qetilkirina Jîna Amînî de li Îranê çalakî berdewam in

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Çalakiyên şermezarkirinê ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Amînî li Îranê destpêkiribûn şevêdin jî berdewam kirin.

Hat ragihandin ku şevêdin li Tehran, Yezd, Zahidan, Ehwaz, Tewrêz, Urmiye, Seqiz û Bokanê welatî daketin kolanan û bi berzkirina dirûşmeyan qetilkirina Amînî şermezar kirin.

Her wiha li Îranê ji ber çalakiyan rejîmê înternet qut kiriye û li hemberî çalakgeran tedbîrên dijwar yên ewlehiyê wergitine.

Di vê navberê de ciwanên li Tehranê jiyan dikin, ragihandine ku wê roja Şemiyê piştî nîvro çalakiyeke giştî li dar bixin.

Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) roja Pêncşemê raporek derbarê kuştina çalakgerên li Îranê de weşandibû. Li gor vê raporê, heta niha 23 kes jê zarok bi giştî 144 çalakger ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di 27’min roja qetilkirina Jîna Amînî de li Îranê çalakî berdewam in
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *