Li Îdirê, ji ber sedemeke nediyar di bazara sebzeyan a şaredariyê de şewat derket.
Li gor nûçeya Rûdawê, di bazara zebze û fêqiyan ya Şaredariya Îdirê de ji ber sedemeke nediyar, şewat derket.
Piştî ku agahî hat dayîn, ekîbên agirkujiyê, polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
Agir, tevî mudaxaleya ekîbên agirkujiyê ya 2 saetan, hate vemirandin.
Di encama şewatê de, du dikanan de zirara madî pêk hat.
Hat hînbûn ku polîsan, derbarê şewatê de lêpirsîn daye destpê kirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver