Li Navçeya Geverê di encama mudaxaleya polîsan de piyê Parlamenterê HDP’ê yê îdirê Habîp Eksik hat şikandin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi mebesta 24’mîn salvegera derketina Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyê, çalakiyek hate lidarxistin. Hejmarek welatî û nûnerên partiyên siyasî tevli çalakiyê bûn. Piştî demekê polîsan mudaxale li çalakiyê kir. Di encama mudaxaleyê de piyê Parlemeterê HDPê yê Îdirê Habîp Eksîk şikest.
Eksîk, ji aliye endamên partiyê ve ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Herwiha di heman çalakiyê de herî kêm 20 welatî jî hatin desteserkirin.
Serhat News
Jêder: Rûdaw
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver