Di demsala zivistanê de heywanên li kolanê birçî dimînin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, bi sedema hejmara stargeh û navendên rehabîlîtasyonê yên heywanan kême, heywanên li kolanê jiyan dikin, bê xwedî mane. Koma ‘Gezgîn TOMÎ Dostlari’ tevî hatina zivistanê her hefteyê ji heywanên li kolanê dimînin re mama û xwarinên din, dibin.

Li Wanê biboneya hejmara stargeh û navendên rehabîlîtasyonê yên heywanan kême, heywanên li kolanê jiyan dikin, birçî mane. Heywanên ku birçî mane jî gelek caran ji neçariyê erîşê mirovan dikin. Herî dawî li bajarê Konyayê li navenda rehabîlitasyonê ya şaredariyê vê bajarî de karmendan bi avayekî dermirovînî êrîş li hin heywanan kiribûn.

Koma ‘Gezgîn TOMÎ Dostlari’ ya girêdayî ‘Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Zarokên Biçûk Re’ li Wanê her dawîya hefteyê ji heywanên ku li ser qada gulfenga li ser rêya navçeya Qelqeliyê dimînin re xwarinê dibin.

Di demsala zivistanê de heywanên li kolanê birçî dimînin - hayvanlarkoruma 3 1140x570 1

”Tasek av hinek xwarin’

Endama komê Sumeyye Namli, diyar dike, ji ber ku heywan birçî dimînin carnan êrîşê mirovan dikin û wiha behsa xebatên xwe kir: “Em ji wan re xwarinê dibin. Wekî civak, ger em berpisyariyên xwe li hemberî heywanan bicih bînin, ew jî êrîşê li me nakin. Heywanên li kolanê eleqe û heskirina me divên. Çi nebe em dikarin, bermahiyên xwarinên xwe jî bidin wan. Tasek av û hinek xwarin em bidin wan, ew jî birçî namînin”

Di demsala zivistanê de heywanên li kolanê birçî dimînin - hayvanlarkoruma 1 1024x576 1
Sumeye Namli

‘Zêdebûna bûhayê mamayan dibe sedema pirsgirêkan’

Namlı, da zanîn ku ji bo dermankirina heywanên nexweş bi gelemperî mudaxele dikin û wiha got,”Ez bawer nakim ku şaredarî ji bo parastin û xwarina heywanan têrê nakin. Ji ber bihabûna erzaqê ev yek ji bo hezkiriyên sewalan bûye pirsgirêkek mezin.”

Di demsala zivistanê de heywanên li kolanê birçî dimînin - hayvanlarkoruma 6 1024x576 1

Serhat News

VİDEO-MONTAJ: Şehriban Abi

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di demsala zivistanê de heywanên li kolanê birçî dimînin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *