Li Êlihê du kesên ku li ser cadeyê dimeşiyan rastî êrîşek çekdarî hatin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan, dema ku Hayrettîn K. yê 39 salî û Mehdî B. yê 30 salî, li Taxa Akyurek a navenda Êlihê li ser cadeyê dimeşiyan, rastî êrîşeke çekdarî hatin û her du kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û her du kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Lê tevî hemû midexaleyan kesê bi navê Hayrettin K. Jiyana xwe ji dest daye û dermankirina kesê din ê birîndar berdewam e.
Li gor zanyariyan kesê êrîşkar nehatiye girtin û bi armanca girtina wî kar û xebat berdewam in. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)