Li Êlihê polîsan bi ser malên endamên HDP’ê de girtin û 3 endamên vê partiyê desteser kirin.
Li gor agahiyan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Êlihê de, polîsan li hemberî endemên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de 3 endamên Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hatin desteserkirin.
Hat hînbûn ku ciwanên bi navê Bariş Avşar, Muhammet Sevaci û Fikret Soysal ê hatine desteserkirin, bo lêpirsînê ji Midûriyeta Ewlekariya Êlihê re hatine veguhestin.
Serhat News
(lg)
Jêder: Rûdaw
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver