1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Di erdehaja li Efexanîstanê de heta niha hezar kesî jiyana xwe ji dest daye

Di erdehaja li Efexanîstanê de heta niha hezar kesî jiyana xwe ji dest daye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku derengê şeva borî li rojhilatê Efxanîstanê  erdhejekê bi hêza 6.1 pile rû daye û di encamê de heta niha hezar welatiyan jiyana xwe ji dest daye û hezar 500 kes jî birîndar bûne.

Li gor nûçeyên ajansan, Serokê Medya û Rewşenbîrî ya Eyaleta Bektiya Mihemed Emîn Huzeyfe ragihandiye, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîştiye hezar kesî û tê payîn ev hejmar zêde bibe.

Li gor agahiyên BBC’yê ku ji cihê bûyerê ragihandiye, erdhej şeva borî di saet 23:54’an de pêk hatiye.

Navenda Lêkolîna Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) destpêkê hêza erdhejê weke 6.1 pile belav kir, piştre ragihand ku 5.9 pile bûye.

Banga alîkariyê hate kirin

Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Bîlal Kerîmî ji raya giştî ya navdewletî re banga alîkariyê kir û wiha got, “Em bang li ajansên alîkariyê dikin ku alîkariyên bilez pêşkêşî mexdûrên erdhejê bikin, da ku karesateke mirovî rûnede.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di erdehaja li Efexanîstanê de heta niha hezar kesî jiyana xwe ji dest daye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri