Di konvoya Partiya Çepên Kesk ya Gebzeyê de di dema xebatên hilbijartinê de qezayek çêbû. Di encama qezayê de kesek bi giranî birîndar bû.
Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li herêma Marmarayê didome. Dema Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, namzetên parlamenteriyê Omer Farûk Gergerlîoglû û Dilşad Canbaz dihatin pêşwazîkirin, qeza çêbû.
Guney Merîç ku di otobûsa hilbijartinê de bû û bi awayekî dilxwaz tev li xebatên hilbijartinê bûbû, dema hewl dida wêneyan bikişîne ji otobûsê kete xwarê.
Hat zanîn ku rewşa Merîç giran e û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Beşekê şandeya di konvoyê de bi Merîç re çû nexweşxaneyê. (Xwebûn)
Serhat News