Li Mêrsînê, ji kesên piştî êrîşa li hemberî Mala Polîsan ya Mezitliyê, hatibûn desterkirin, kesek hate girtin
Li Mêrsînê, 22 kesên piştî êrîşa li hemberî Mala Polîsan a Navçeya Mezitliyê hatibûn desteserkirin, piştî kar û barên li Midûriyeta Ewlekariyê qediyan, derketin pêşberî dadgehê.
Hat hînbûn ku, di encma darizandinê de, kesek bi hinceta “Têkiliya wî bi çalakiyê heye’ hat girtin û 6 kes jî hatin berdan. Her wiha 15 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, di 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê li dijî Mala Polîsan bi çekên lûle dirêj êrîşek hatibû lidarxistin. Di encama êrîşê de polîsekî jiyana xwe ji dest dabû û polîsek di nav de 4 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî çalakiyê, polîsên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê Mêrsînê 27 û 28’ê Îlonê de operasyonek lidar xistibûn û 22 kes desteser kiribûn.
Serhat News
(lg)
jêder; Rûdaw