Di lêpîrsîna êrîşa Mêrsînê de kesek hate girtin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mêrsînê, ji kesên piştî êrîşa li hemberî Mala Polîsan ya Mezitliyê, hatibûn desterkirin, kesek hate girtin

Li Mêrsînê, 22 kesên piştî êrîşa li hemberî Mala Polîsan a Navçeya Mezitliyê hatibûn desteserkirin, piştî kar û barên li Midûriyeta Ewlekariyê qediyan, derketin pêşberî dadgehê.

Hat hînbûn ku, di encma darizandinê de, kesek bi hinceta “Têkiliya wî bi çalakiyê heye’ hat girtin û 6 kes jî hatin berdan. Her wiha 15  kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, di 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê li dijî Mala Polîsan bi çekên lûle dirêj êrîşek hatibû lidarxistin. Di encama êrîşê de polîsekî jiyana xwe ji dest dabû û polîsek di nav de 4 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî çalakiyê, polîsên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê Mêrsînê 27 û 28’ê Îlonê de operasyonek lidar xistibûn û 22 kes desteser kiribûn.

Serhat News

(lg)

jêder; Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di lêpîrsîna êrîşa Mêrsînê de kesek hate girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *