Di meha Mijdarê de 29 jin hatin qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala


Li gorî rapora meha Mijdarê ya KCDP’ê, 29 jin hatin qetilkirin, 10 jin jî bi guman mirin.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora şîdeta mêr a Mijdara 2021’an eşkere kir. Li gorî raporê di meha Mijdarê de 29 jin hatine qetilkirin, 10 jin bi guman mirine. Sedema qetilkirina 10 jinan ji 29 jinan nehat hînbûn, 13 jin jî ji aliyê hevserê xwe an jî xizmên xwe ve bi hinceta ku dixwazin hevber bikin, li hev nekirin, nexwestin bizewicin û nehiştin ku bi hev re têkilî daynin hatin qetilkirin.

Di rapora Ajansa Mezopotamyayê de, ji 29 jinan 10 jê mêrên zewicî ne, 5 jê mêr, 1 hevjîna berê, 4 mêrên berdayî, 2 xizm, 2 bav, 1 jin ji aliyê birayê xwe ve, 1 jî ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin. Kujerê jinekê jî nehat tespît kirin.

Kuştin li Malan Diqewime


Ji van jinan 20 li malê, 4 li derve, 3 li cihê kar û 1 jî li qadan hatine qetilkirin. Cihê ku 1 lê hatiye kuştin nehate tespîtkirin. Ji sedî 69ê jinên di meha Mijdarê de li malên xwe hatin kuştin. Di berdewamiya raporê de ev biryar hat dayîn: “Nenasîna ‘hinceta’ qetilkirina 15 jinan, di encama tundiya li ser jinê û ji nedîtî ve kirina kuştina jinan e.”

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di meha Mijdarê de 29 jin hatin qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *