Li hin bajarên Serhedê tevî meha Nîsanê ye jî berfê erd sipî kir. Hin deveran berfê rê girtine û astengiyan li ser jiyanê dike.
Doh êvar li Erzerom, Qers, Erdexan û Çewlîgê berf zêdetir bariya û bi temamî şevê barîna berfê berdewam kir. Li wan bajaran ji ber berfê di çûn û hatinê de astengî çêbûn.
Navçeya Kanîreşê bi ser Çewlîgê yek ji wan cihan e ku şeva borî herî zêde berf lê bariya. Kanîreş wek demsala zivîstanê bi rengê spî xemilî.
Ev di demekê de ye ajokaarên wê navçeyê ji hefteya borî ve lastîkên zivistanê guhertine û yên havînê danîne. Vê jî wiha kir ku pirsgirêk ji ajokaran re derkevin.
Tîmên şaredariyê dest bi kar û xebatên paqijkirina berfê kirin.
Serhat News
(lg)