Hate ragihandin ku li Wanê di heftiyekê de 915 koçber hatine desteserkirin.
Walîtiya Wanê daxuyandiye ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve di navbera 14 û 20’ê Mijdarê de li hemberî koçberên bê yasayî operasyon hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê Walitiyê destnîşan kiriye ku di encama van operasyonan de 915 koçber ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ve hatine desteserkirin.
Herwiha 17 kes jî bi hinceta kaçaxçitiya koçberan hatine desteserkirin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, koçberên desteserkirî radestî Navenda Vegerandinê hatine kirin. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver