1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Di navbera malbatan de pevçûn: Birîndar hene  

Di navbera malbatan de pevçûn: Birîndar hene  

featured
Bajarê Rihayê/ Wêne-Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê ji ber sedemek nediyar di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de yek jê polîs 3 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, li Taxa Yavuz Selîm li navçeya Xelîliyê ya Rihayê duh derengiya şevê di navbera du malbatên xizmên hev de ji ber sedemeke ne diyar, şer derket.

Hatiye ragihandin ku her du aliyan bi kêran li hev dane û ji her du malbatan 2 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê polîs bo cihê bûyerê hatine şandin. Di dema mudaxaleya polîsan de kêrek li polîsekî jî ketiye û ew jî birîndar bûye.

Tîmên hawarçûnê birîndar veguhestine nexweşxaneyên navçeyê.

Li aliyekî din bi sedema beşdarî wî şerî bûne, 4 gumanbar ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di navbera malbatan de pevçûn: Birîndar hene  
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *