Doktorekî ku li Navenda Tenduristî ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê dixebite û nexwexstiye navê xwe eşkere bike, got piştî îstifayên dawî, 23 doktoran jî tayîn xwestine.
Beşên Patolojî û Gastroenterolojî yên li Navenda Tenduristî ya Dursun Odabaşi ku girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ye, bi sedeme tunebuna doktorên pispor hatiye girtin. Odeya Tabîban ya Wan-Colemêrgê diyar dike, ji ber ku di dayîna pereyê teşwîkê de bê edeletî heye, hejmara doktoran kêm bûye.
‘Sedema pirsgirêkan sertabîbê nexweşxaneye ye’
Doktorekî ku demek beriya niha dest ji karê xwe yê li nexweşxaneya zanîngehê berdaye û nexwestiye navê xwe eşkere bike jî diyar dike, sedema van pirsgirêkan rekdor û sertabîp e. Heman doktorê navê xwe eşkere nekirî wiha got, “Ev kese her tim dahatiyên doktoran kêm dikin. Jixwe Umît beg dest ji sertabibiyê berdaye. Rektor jî mehê carekê an tê an nayê. Xwe ji bo siyasetê amade dike. Jixwe ew ji siyasetê hatiye. Ew dibêjin ‘Ki diçe bila biçe, em ê yekî li şûna wan peyda bikin’. Di nexweşxaneyê de heta niha sê-çar beş hatine girtin.”
“Zaten Ümit Bey başhekimliği bırakmış. Rektör bey de ayda yılda bir uğrar uğramaz. Siyasete hazırlanıyor. Zaten siyasetten gelme. O yüzden bir boş vermişlik var, ‘giden gitsin, biz buluruz’ mantığı var” diyor. Hastanede iki üç bölümün kapandığını ifade ederek rektörün doktor bulamadığını da ekliyor.
Gelek doktoran îstifa kiriye
Ev doktor dibêje ku çar patologên di nexweşxaneyê de dixebitîn, îstifa kiriye û bi vê sedemê jî beşa patolojî hatiye girtin. Her wiha ew dibêje du doktorên ku di beşa gastroentereolojiyê de dixebitîn jî îstifa kirine û ev beş jî hatiye girtin. Her disa doktorê navborî radigihîne ku cerrahekî zarokan jî li ber îstifakirinê ye û pêla îstifayên di nexweşxaneyê de wiha rêz kir: “Hefteya borî du pisporên cîldiyeyê îstifa kirin. Serokê Şaxê Zanîstiya Sereke yê Dahîliyeyê xwe amade dike ku îstifa bike. Ew dê biçe Nexweşxaneya Heremê. Ji beşa Guh, Poz û Qirikê doktoreke din îstifa kir. Di beşa zarokan de du an jî sê doktor mane.”
Doktor sedema van îstifayan jî wiha rawe dike: “Her kesî sedemek heye. Heta niha dibe ku 10 an jî 20 caran bo çareserkirina pirsgirêkan em çûne cem sertabîb. Lê pirsgirêkên me nehatine çareserkirin. Bi avayekî cidî kêmasiya amuran hene. Qadekî fîzîkî tuneye. Sertabîb her diçe dahatiyên me kêm dikir. Destûrên me asteng dikir. Li ser me mobbîng ferz dikir. Loma min jî dest ji kar berda.”
‘Bila beytar mêzê patolojiya mirovan bikin’
Derbarê beşên hatine girtin de jî doktor destnîşan dike ku bi derev va endoskopiyê bi cerrahê giştî re didin kirin û ev jî bo welatiyan dibe xetereyeke mezin. Wî gotinekî sosret ya sertabîbê nexweşxaneyê jî ji me re ragihand û wiha got, “Sertabîb gotiye, ‘Di baytariyê de jî patolojî heye. Ew mê heywanan dikin, bila mêze mirovan jî bikin’. Gotinên wî yên çewt û dûrê zanîstê ev in. Mixabin ev kese dîsa bo rektoriyê dibe namzet”
‘Pirsgirêkên di nexweşxaneyan de gelek zêde bûne’
Odeya Tabîban ya Wan-Colemêrgê jî derbarê mijarê de hin nirxandin bi me re parve kirin.
Rêveberiya odeyê dibêje ku piştî ragihandina ‘Reforma spî -Beyaz reformê’ pirsgirêkên di nexweşxaneyan de gelek zêde bûne. Her tim di nexweşxaneyan de gengeşî dertên. Tevî ragihandina reformê giliyên êrîşê yên li hemberî xebatkarên tenduristiyê jî zêde bûne. Ji bo doktoran kotaya nexweşan hatiye dayîn. Ger doktor dibin vê kotayê muayeneyan bike, dibe ku peymana wan ya kar bê betalkirin. Divê doktor di nava demek kin de nexweşan muayene bike. Ev jî rê li ber xizmetên tendiristiyê yên bi qalîte digire. Mafê bêhnvedana xebatkarên tenduristiyê hatiye binpêkirin. Piştî mesaiyê jî dest bi muayenekirinê kirine. Êdî rewş gelek xeter bûye. Ji ber van sedema doktor êdî naxwazin vî karî bikin.”
Rêveberiya odeyê dide zanîn ku di nava demên dawî de ji nexweşxaneya zanîngehê bo nexweşxaneya heremê ya Wanê gelek doktoran daxwaza derbasbûyînê kirine û wiha hate gotin: “Di nava meheke dawî de 10-15 doktorên hindekar ji nexweşxaneya zanîngehê çûne cihek din. Pêwîste li vir hindekarên baş hebin da ku xebateke zanînstî were kirin. Pêdîvî ji hindekarên pispor re heye. Lê dijî vê yekê niha zanîngeh bi kadroyên ji hindekariyê dûr û dijî rêgezên etîk hatiye tijekirin.”
Her wiha rêveberiye daye zanîn ku li Wanê hejmara cihê razandina nexweşan gelek kême û ji 75 kesî re tenê cihek çêdibe.
Herî dawî rêveberiyê pêşniyarên çareseriyê jî rêz kirin û wiha da zanîn: “Divê meaşê doktoran bê başkirin. Lazime mafê hindekarên zanîngehê yê kadroya peymanî hebe. Pergala ranedevuyê bila be sererastkirin.”
Sertabib Îlîklerden hemû îdîa derewandin
Sertabîbê Navenda Tenduristiyê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Umît Haluk Îlîklerden bersiv da îdîayên hatine rojevê.
Îlîklerden, hemû tewabarî red kirin û parast ku tiştekî wekî mobbîngê di nexweşxaneyê de tuneye. Îlîklerden, diyar kir ku cihekî ku nêzî 3 hezar an jî 50 hezar nifusê wê heme, dibe li wir hin pirsgirêk derkevin û wiha domand: “Me tespîtkiriye ku doktorê ku ev îdîa anîne rojeve, ji bilî nexweşên taybet, ti nexwexan qebûl nake. Heta salekê şûn ve randevû dide hin nexweşan. Me jî hejmara nexweşên pereyî ya wî kêm kir. Ji ber vê jî ev doktore ji vir çûye.”
Derbarê mijara kontrolkirina mafê destûra doktoran de jî Îlîklerden parast ku rayeya wî heye destûran kontrol bike û îdîayên din jî wiha bersivandin: “Belê endoskopî ji aliyê cerrahê me yê giştî ve tê kirin. Lê cerrahê me xwedî sertifîkayên (Destûrname) Komela Cerrahî ya Tirk hene. Ew di vî warî de pispor e. Derheqê doktorên ku ji vir çûne de jî ez dikarim bêjim her dem doktor tên û diçin. Tevi yên çoyî, yên tên jî hene. Niha hejmara hindekarên me derdora 180 kesi ye.”
Îlîklerden, herî dawi angaşt ku beşa patolojiyê nehatiye girtin û wan herdû beşên patolojiyê yên zanîngeh û nexweşxaneya heremê kiriye yek.
Serhat News
(lg)