Qanûna derbarê kar û barê xebatên parêzeran de hatiye amadekirin, di 20’ê Cotmehê de li Meclîsê hatibû qebûlkirin û ketibû meriyetê. Hin qalên din ên v3e qanûnê ku qadên dahatiya parêzeran teng dike jî wê rojên pêş, di meclisê de werin guftugokirin.
Parêzer hewl didin ku di nava gelek pirsgirêkên aborî de kar û barên xwe birêve bibin. Niha tê xwestin ku tarifeya muçeya (ücret) CMK’ya bikin wekî tarifeye muceya herî kêm (Askarî ücret). Ev jî bo parêzeran bûye sedema pirsgirêkek mezin”
Herî dawî di pêşniyarqananûna ku di 20’ê cotmehê hat weşandin de derbarê parêzeran de jî madeyek heye. Xala 5’an ya pêşnûmeqanûnê; Tê pêşbînîkirin ku di dozên desteserkirinê de muçeya parêzaran ya kêmanî, bikin mîsoger û biryarên di van dozan de hatine girtin, di dema şopandina îcrayê de serlêdana îdarî bê sepandin.
Hevserokên Meclîsa Parêzerên Ciwan ya Baroya Wanê Nurseda Sezgîn û Mehmet Salîh Coşkun, diyar kirin ku bi vê pêkanînê keda parêzaran tune tê hesibandin.
Nurseda Sezgîn, her wiha got ku di dozên desteserkirinaê de, ev rewş bûye sede’Bi qanûnê re heqê parêzeran kêm dibe’
Li aliyê din Mehmet Salîh Coşkun, diyar kir ku hatiniya parêzeran her sal bi rêjeyeke diyar tê zêdekirin û di rojnameya fermî de tê weşandin. Coşkun got, “Parêzer li gorî vê bernameyê karê xwe digirin û dimeşînin. Bi pêşnûmeya guhertina yasaya navborî re, bi mebesta ku ji çarçove û armanca plansaziya heqê parêzgeriyê derbikeve û bi taybetî jî ji saziyên giştî mûçeyên parêzeran kêm bike û bi berdêl kar bimeşîne, sînorên nirxê herî kêm heqê parêzeriyê teng dike.”
‘Divê beşên dahadiya parêzerên ciwan were zêdekirin’
Sezgîn diyar kir ku hejmara mezûnên fakulteyên huqûqê yên ku bê plan û bername hatin vekirin, ji daxwazên kar ên li bazarê zêdetir bûne û wiha axivî: “Zêdekirina fakulteyên yasayî û fakulteyên heyî yên ku berdewam têne vekirin û nebûna ti karek bo kêmkirina kotayan dibe sedem ku ev pirsgirêk roj bi roj zêdetir bibe.”
Serhat News
(lg)