Trend Nûçe

Li Tekîrdagê 21 kes hatin girtin 21 HDK’î hatin girtin
Aktûel

Li Tekîrdagê 21 kes hatin girtin 21 HDK’î hatin girtin

27 ئایار 2023
0

Li Tekîrdagê ji 24 kesên ku çend roj beriya niha hatibûn desteserkirin 21 kes hatin girtin û ew ji girtîgehê...

Read more
Ji benzînê re zam tê

Ji benzînê re zam tê

29 ئایار 2023
Li Wanê pîşeya ku li hemberî teknolojiyê berxwe dide: Karê hiriyê

Li Wanê pîşeya ku li hemberî teknolojiyê berxwe dide: Karê hiriyê

24 ئایار 2023
Li Sêrtê di encama şerê çekdarî de kesek hate kuştin

Li Sêrtê di encama şerê çekdarî de kesek hate kuştin

29 ئایار 2023
Li Colemêrgê 3 kes bi hinceta ‘Propagandayê’ hatin girtin

Li Colemêrgê 3 kes bi hinceta ‘Propagandayê’ hatin girtin

26 ئایار 2023
چوار شه‌ممه‌, ئایار 31, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » ‘Di pêvajoya hilbijartinê de pêwîste pêkanînên di girtîgehan de bêne şopandin’

‘Di pêvajoya hilbijartinê de pêwîste pêkanînên di girtîgehan de bêne şopandin’

Yeşim KaraağarbyYeşim Karaağar
26/04/2023
in Hemû Nûçe, Hilbijartin, Taybet
A A
0
‘Di pêvajoya hilbijartinê de pêwîste pêkanînên di girtîgehan de bêne şopandin’
Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

Endamê Platforma Hilbijartinê ya Serbixwe Nejat Taştan balkişand ser dengdayîna di girtîgehan de û got ku li gor zagonê girtî û kesên ji ber sûcên bi qusûr (taksîrlî) hiqûm xwarinê dikarin deng bidin. Taştan da zanîn ku ji bilî vê hiqumxwariyên din nikarin di hilbijartinê de deng bikarbînin.

Endamê Platforma Hilbijartinê ya Serbixwe Nejat Taştan derbarê binpêkirinên di girtîgehan de yên ku îhtimal heye di dema dengdayînê de derkevin holê axîvî. Taştan da zanîn ku ew ji hilbijartina 2011’an vir ve, hilbijartinan dişopînin û got ku lazime pêkanînên di girtîgehan de derdikevin holê, ji aliyê hin mekanîzmayên serbixwe ve bêne şopandin. Taştan, di vê derbarê de destnîşan kir ku li gor zagonê girtî û kesên ji ber sûcên bi qusûr (taksîrlî) hiqûm xwarinê dikarin deng bidin, lê hiqumxwariyên din nikarin deng bidin.

Taştan, her wiha derbirî ku ev mevzuat di hilbijartinên giştî de tê bikaranîn, lê di dema hilbijartinên xwecihî de hinek din jî tê sînordarkirin. Taştan li ser vê mijarê ev tişt gotin: “Sînordarkirinên di hilbijartinên xwecihî de têne bikaranîn, li ser Pergala Tomarê ya Gor Navnîşanê tê diyarkirin. Yanî girtî û kesên ji ber sucên biqusûr, ceza wergirtine, di hilbijartinên xwecihî de an dikarin deng bidin an jî nikarin.”

Nejat Taştan

‘DMME’yê Tirkiye mehkûm kiriye’

Taştan diyar kir ku ev her du sînordarkirin jî ne li gor pîvanên hilbijartinan yên navnetewî ne û da zanîn ku bi vî avayî mafê hilbijartinê tê binpêkirin. Taştan, di vê çarçoveyê de bibîr xist, “Di mijara ku girtî û hiqumxwariyên ji ber suçên biqusûr ango taksîr ceza wergirtine de, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2013’an de, di doza navbera Soyler û Tirkiyê de biryara binpêkirina mafî dabû.”

‘Hiqumxwarî nikarin deng bidin’

Taştan dibêje ku piştî vê biryarê Tirkiyeyê di mevzuata hilbijartinê de gelek guhertin çêkirine, lê derbarê vê mijarê de tu pêkanîn bicih ne anîne. Taştan bi domdarî bilêv dike: “Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) di sala 2015’an de li gor biryara DMME’yê hin guhertin çêkirine. Li gor vê jî kesên ku hiqum xwarine, encax hêj neketine girtîgehê, her wiha hiqûmxwariyên bi serbestiya kontrolkirî an jî jiber pirsgirêkên tenduristiyê hatibine berdan, dikarin deng bidin.”

Taştan her wiha anî ziman ku bo vîna azad a welatiyên di girtîgehan de têne ragirtin di sindoqan de baş bê diyarkirin, divê hin hêman bicih bên û wiha axivî: “Wisa bifikirin ku hûn di saziyek girtî de, 24 saetan di bin çavdêriya dewletê de ne. Û her wiha ew girtîgeh jî girêdayî hiqumetekê ye û ew hiqûmet jî di destê partiyeke siyasî de ye. Pêkane ku li vir hûn ji ber dengê xwe rastî pêkutîyan bên.”

‘Bila girtîgeh baş bêne şopandin’

Taştan, got ku di pêvajoya hilbijartinê de pêwîste pêkanînên di girtîgehan de baş bêne şopandin û wiha pêde çû: “Di demên berê de li hin girtîgehên ku tenê yek hilbijêr hebû, sindoq hatin danîn. Yanî eger di wê sindoqê de girtiyek biçe deng bide, wê baş bê zanîn ku wî dengê xwe daye kîjan partiyê. Di encama çavdêriyên me de, hat dîtin ku di hin girtîgehên ku di navbera 1-14 hilbijêr tê de hene, girtî neçûne ser sindoqê.”

‘Bila sindoqên seyare bêne bikaranîn’

Taştan hin tespîtên xwe yên di hilbijartinên 1’ê Sermawêza 2015’an de li gor tabloya jêr rawe kir.

Taştan di vê mijarê de wiha dibêje: “Wekî mînak sindoqên seyare yên bo kesên ku nikarin ji malê derkevin, têne bikaranîn, dikare bo girtigahan jî bêne bikaranîn. Bi vî şiklî jî tu kes wê nizanibe ku deng ji kijan partiyê re hatiye dayîn.”

Taştan, got ku di warê bikaranîna dengan ya girtîyan de berpisyarî dikeve ser milê partiyên siyasî, hiqûqnas û civakê û wiha domand: “Pêwîste eleqeya ku nîşanê sindoqên derva tê dayîn, ji sindoqên girtîgehan de jî bê nîşandan.”

Serhat News

Tags: hilbijartinserhatnewsvan haber
ShareTweetSend
Previous Post

‘Dibe ku Heyva Sor a Tirk, ji nav federasyonê were derxistin’

Next Post

Namzeta Partiya Kesk a Çep hat desteserkirin

Yeşim Karaağar

Yeşim Karaağar

Rojnamevan

Next Post
Namzeta Partiya Kesk a Çep hat desteserkirin

Namzeta Partiya Kesk a Çep hat desteserkirin

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.