Dibe ku êdî krîza dil di pêş de bê tespîtkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hinek caran herikîna xwînê bo dil asteng dibe. Zanyaran eşkere kiriye ku wan jîriyeke çêkirî (Yapay zeka) peyda kirine daku vê rewşê bi avayekî otomatîk tespît bike. Tê payîn, bi vê şêwazê êdî dikare gelek nexweşî zûtirîn demê de bêne tespîtkirin û dermankirinên nû bêne peydakirin.

Zanyaran, jîriyeke çêkirî saz kirine û êdî dikarin sekinîna dilî di beriyê de tespît bikin. Piştî vê, niha jî bo nexweşiyên dil yên ku dibin sedema mirinê, ji holê bêne rakirin, jîriyek çêkirî  ya nû saz kirine.

Nexweşiyê otomatik testpît dike

Li gor nûçeya malpera WebTekno, komeke lêkolînê ya Zanîngeha Teknolojî û Zanyariya Elektronîk ya Çînê bo tespîtkirina otomatik ya  erozyona plakan ya di damarên hilavêj yên dil de jîriyeke çêkirî saz kirine. Ev jîriya çêkiri bi alîkariya dîmênên tomografiya koherens a optîk (OCT) nexweşiyê testpît dike.

Dibe ku êdî krîza dil di pêş de bê tespîtkirin - Dibe ku edi kriza dil di pes de be tespitkirin

‘Şopandina damaran pir girîng e’

Zanyar destnîşan dikin ku şopandina plakên di damaran de gelek girînge û didin zanîn ku perçebûna van plakan weheye bibe sedema krîza dil.

Pêşengê komê, Zhao Wang daxuyand, “Eger di damarên hilavêj de xirabûn çêbibe, rewşa bi navê ‘sendroma koroner a akut’ derdikeve holê. Ev jî herîkîna xwînê bo dilî asteng dike û dibe sedema krîzê.“

Ji sedî 80 encam rast derketine

Wang, di berdewamiyê de dibêje, “Ev şêwaza me ya nû, dibe bo teşhîskirin û peydakirina dermankirinên nû bê bikaranîn” û balê dikişîne ser vê şêwaza nû ya jîriya çêkirî.

Di encama lêkolînan de derketiye holê ku ev jîriya çêkirî ji sedî 80 nexweşiyan bi avayekî rast destpît dike.

Serhat News

Werger: Lokman Gezgîn

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dibe ku êdî krîza dil di pêş de bê tespîtkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *