Trend Nûçe

Gengeşiya li Kosovayê berdewam dike: NATO hêzeke nû dişîne herêmê
Cihan

Gengeşiya li Kosovayê berdewam dike: NATO hêzeke nû dişîne herêmê

31 ئایار 2023
0

Ev çend rojin li Kosovayê di navbera Sirpên Kozovayî û polîsande genşgeşî berdewam e. NATO yê jî daxuyandiye ku ji...

Read more
Serokê Amerîkayê Joe Biden Serokkomar Erdogan pîroz kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden Serokkomar Erdogan pîroz kir

29 ئایار 2023
Qedexeyên tûra duyan yên hilbijartina serokkomariyê vê êvarê dest pê dikin

Qedexeyên tûra duyan yên hilbijartina serokkomariyê vê êvarê dest pê dikin

27 ئایار 2023
Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt

Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt

27 ئایار 2023
Li Enqerê operasyon: 3 kes hatin desteserkirin

Li Agirî û Çewlikê hejmarek zêde welatî hatine desteserkirin

26 ئایار 2023
چوار شه‌ممه‌, ئایار 31, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » ‘Dibe ku Heyva Sor a Tirk, ji nav federasyonê were derxistin’

‘Dibe ku Heyva Sor a Tirk, ji nav federasyonê were derxistin’

Arif AslanbyArif Aslan
26/04/2023
in Taybet
A A
0
‘Dibe ku Heyva Sor a Tirk, ji nav federasyonê were derxistin’
Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

Li Tirkîyê sazîya alîkarîyê ya herî kevnar Heyva Sor piştî erdheja 6’ê Sibatê ku herî kêm 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn, rastî rexneyên tund hatibû piştî raportên derbarê firotina konan. Wê çaxê hate raportkirin ku Heyva Sor di roja sêyan ya erdhejê de li şûna konan bide mexdurên erdhejê, ew firotibûn.

Parêzerekî ji Bûroya Hiquqê ya Durukanê li Stenbolê, derheqê Heyva Sor serî li Federasyona Navnetewî ya Komelayên Xaca Sor û Heyva Sor (IFRC) da û daxwaz kir ku ew lêpirsînekê bidin destpê kirin. Heyva Sor ya Tirkîyê endama IFRC ye.

Parêzer Mahmut Barlas di serlêdanê de dîryar kir ku Heyva Sor, rêgeza ‘dilxwazîyê’ jî di nav de, 7 rêgezên bingehîn yên IFRC binpê kirine.

“Li gor min, Heyva Sor pir eşkere prensîbên damezrandina IFRC binpê kiriye,” Barlas ji Dengê Amerîka re got. “Heta niha me ti bersiv ji bo daxwaznameya xwe wernegirtiye. Pêvajoya lêpirsînê nepenî ye. Bi texmîna min ew niha parastin û belgeyan berhev dikin. Em bi zelalî dibînin ku Heyva Sor bûye kargehek û êdî nikare li ser xebatên alîkariyan bisekine, û nikare wan bi rêkûpêk pêk bîne. Ger IFRC piştrast bike ku Heyva Sor prensîbên wan yên damezrîner binpê dike, ew dikare rêvebirên wê rawestîne, pereyê wê qut bike û bi biryara civata giştî jî dikare wê ji federasyonê derxîne. Dibe ku bi cezayên pir giran re rûbirû bimîne.”

Barlas li ser pêvajoya dawî îdîa kir ku Heyva Sor ji armanca xwe dûr ketîye û got ku divê civata navneteweyî li ser tiştên ku diqewimin zêdetir hişyar be.

Dengê Amerîka li ser îdîayên Barlas bi rêya maîlê peywendî bi Heyva Sor a Tirkîyê û IFRC re kir, lê heta dema belavkirina vê raportê wan ti bersiv nedaye.

Çawa çîrok derket?

Firotina konan piştî erdheja Sibatê, ku bûbû sedema weranîya 10 bajaran û mirina 50 hezar kesan, derket. Dema ku sazîyên dewletê jiber kêmbûna alîkarîyê û tunebûna konan bi tund dihatin rexne kirin, Serokê Komela Ahbapê Haluk Levent derket ser weşana zîndî ya Fox Tv’yê û dîyar kir ku wan ji Heyva Sor kon kirîne.

Li gor daxuyanîyên Levent, di roja sêyan ay erdhejê de Heyva Sor konên ku bihayê wan 46 milyon TL e (nêzîkî 2,4 milyon dolar) firotîye Ahbapê.

“Hevalan dît ku Heyva Sor li ser înternetê konan difiroşe. Em hîn bûn ku 2050 kon ji bo firotina derveyî welat amade ne. Me her konek bi 19 hezar lîreyî kirî û li gel bacê me 22 hezar TL da. Dibêjin we çima li hemberî Heyva Sor dengê xwe dernexist. Ev ne karê min e, karê min ew bû ku wê çaxê alîkarîya mirovan bikim. AFAD jî ji Heyva Sor bi pereyan konan distîne,” Levent wê çaxê da zanîn.

Li ser malpera fermî ya Heyva Sor hatiye dîyar kirin ku Heyva Sor sazîyek alîkarîyê ya dilxwaz e û li hemberî xizmetên xwe ne li benda qezencekê ye. Ji aliyê din ve Heyva Sor a ku statuya wê komele ye û di bin çavdêriya Wezareta Karên Navxweyî de ye, di sala 2018’an de bi herî kêm 11 kompanya, 11 rêveberên û rêvebirên gitşî, bûye “holding.”

Helwesta Heyva Sor 

Serokê Heyva Sor Kerem Kinik ji CNN Turk’ê re ragihandibû ku agahîya wî bi firotina konan tune bû û firotina konan biryara xebatkarên wî bû. Wî got ku eger haya wî ji rewşê hebûya, ewê pêşnîyar kiriba ku wan konan bidin û pere nestînin.

Serokê berê yê Heyva Sorê Ahmet Lutfî Akar, meha borî di hevpeyvînekê de ligel ajansa ANKA’yê de firotina konan weke xiyanet şîrove kiribû.

“Heyva Sor nikare konan bifiroşe. Di dema min de endamên komîteya rêvebiriyê qet û qet muçe nedistandin. Pênc quruş nediket bêrîka min û hevalên min. Ji xwe firotina konan ne exlaqî ye. Hûn çîma konan hildibirînin? Jibo ku mexdurîyeta xelkê sivik bikin, çima konan difiroşin? Di roja duyê, sêyê de, sekinandina konan di destê Heyva Sor de xeletîyekî wekî îxanetê ye,” Akar dîyar kir.

Partîya Baş îdîayên derheqê Heyva Sor pêşnîyara vekolînê pêşkêşî Meclîsa Tirkîyê kir. Lê pêşnîyar bi dengên endamên partîya desthilatdar, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), û hevkarê wê yên Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) hat red kirin.

Helwesta hikûmetê

Serokomar Recep Tayîp Erdogan jî bertek nîşanî rexneyên dîjî Heyva Sor da û got ku “yên ku bê edeb, bê edebiya xwe bernadin. Hin kes derketine û dibêjin Heyva Sor kî derê ye, ne konên wan, ne jî xwarina wan me nedît. Bê exlaq, bê namûs, Heyva Sor her roj bo 2.5 mîlyon mirovan xwarinê digihîne. Bê wijdanîyek wiha dibe? Nêzîktîyek ev qas bê exlaqî li hember sazîyek xwe li welatekî nayê qebul kirin,” Erdogan got.

Li ser berdewamkirina rexneyan Berdevkê Serokomarîyê Îbrahîm Kalin, derket kanala TV100’ê û got ku di rewşek wiha de firotina konan xelet bû.

“Heyva Sor sazîya me hemîya ye, pêşîya me ev sazîye hebû û dê piştî me jî dê berdewam bike. Divê em bi vî çavî lê binêrin.”

Ji alîyê din ve rêvebirîya IFRC jî jiber ku piştgirîya biryara firotina konan ya Heyva Sor kiribû, rastî rexneyan hatibû. IFRC ku ji 190 enamên wê hene, bo hin endamên xwe bi nivîskî agahî şandibû ku parastina Heyva Sor a Tirkî bikin. Bi nivîskî pirsên ku derheqê heyva Sor werin dê çawa bersiv bidin yek û yek hatibû dîyar kirin.

Îdîayeke din jî rojnamevan Murat Agirel ji rojnameya Cumhuriyetê hatiye kirin. Li gorî raporta Agirel, Ofîsa Alîkariya Mirovî û Parastina Sivîl a Komîsyona Ewropayê (ECHO) ragihandiye ku jibo kirîna betaniyan 3.5 mîlyon Euro ji Federasyona Xaça Sor re hatiye dayîn. Wî dîyar kir ku ew budce bê sedem hatiye rawestandin. Lê dema ku federasyonê ev budce red kir, vê carê jî Agirel, belgeya budceyê û hejmara wê parve kir.

Di heman raportê de hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê IFRC Jagan Chapagain ji bo biçe herêma erdhejê balavirek jetê bi taybet kirê kirîye û ji bo vê jî 37 hezar CHF (41,600 dolar) daye. Nayê zanîn ka ev budce ji Heyva Sor an jî ji budceya IFRC hatiye xerckirin. Xebatkarê IFRC’ê Frederic Barzo ku ji ber vê helwesta sekreterê giştî îstifa kirbû, diyar kir ku ne tenê jiber mijara kirêkirinê dest ji kar berdaye, lê jiber gelek neheqiyên din jî.

VOA

Tags: AKPErdhejkızılayKurdKurdîserhatnewsvan habervanhaber
ShareTweetSend
Previous Post

Li berava Tunusê cenazeyê 31 koçberan hate dîtin

Next Post

‘Di pêvajoya hilbijartinê de pêwîste pêkanînên di girtîgehan de bêne şopandin’

Arif Aslan

Arif Aslan

Rêveber

Next Post
‘Di pêvajoya hilbijartinê de pêwîste pêkanînên di girtîgehan de bêne şopandin’

‘Di pêvajoya hilbijartinê de pêwîste pêkanînên di girtîgehan de bêne şopandin’

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.