Dilsoziya kûçikan carin mirov matmayi dihêle. Kûçikê welatiyê bi navê Beşîr Orman, piştî mirina wî li ser gora Orman naçe.
Li gundê Tûyê ya Şemzînana Colemêrgê gundiyê bi navê Beşîr Orman ê 68 salî ji ber krîza dilî jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Orman hate definkirin ev 3 roje kûçikê wî Karabaş gora wî naterikîne.
Li gor agahiyên ji xizmên wî hatine wergirtin, 7 sal beriya niha Karabaş hatiye cem xwediyê xwe û her tim bi wî re bû ye. Dîsa xizmên Orman gotin ku Karabaş li ser gora wî ne xwarin dixwe ne jî av vedixwe û ew her tim li ser gorê digirî.
(aa)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver