Temenê dinyayê nêzî 4 milyar û 600 milyon sale. Di destpêkê de dinyaya me ne wekî ya îro bû. Avabûna dinyayê pêvajoyek pir bi zehmet bû. Çewa em niha li gor destpêkê li ser dinyayeke cihe jiyan dikin, di pêşerojê de jî mirov wê li ser dinyayeke cihetir jiyan bikin. Belê di destpêkê de dinya û parzemîn çewa bû û çewa pêk hat?
Li gor gelek zanyaran gerdûna me beriya 13-14 milyar salan di encama ‘Teqîna Mezin’ de pêk hatiye. Di encama vê teqîna mezin de du tişt derketin holê. Yek made ya din jî enerjî.
Piştî teqînê stêrk û galaksî derketin holê
Wê demê temamiya gerdûnê di nava nepoxeke qasî serê derziyê de hatibû hepiskirin. Ev jî wisa germ û giran bû ku nayê texmînkirin. Di nava demê de gerdûn tevî sarbûnê hêdî hêdî berfireh bû. Dema ku mercên guncav derketin holê stêrk û galaksî pêk hatin. Piştî vê pêvajoyê, êdî em dikarin hêdî hêdî ber bi avabûna mala xwe an ku dinyayê ve biçin.
Çîroka dinyayê destpê dike
Belê, teqîna mezin çêbû, stêrk û galaksî pêk hatin. Ewrên bi toz û gazên cur be cur barkirî li nava gerdûnê belavbûn. Di nava vê pêvajoyê de em dibinîn bingehên dinyaye jî tên avêtin. Ev ewrên toz û gazê barkirî di nava nêzikê 4 mîlyar 600 milyon salan de pirtikên madeyên di nava ewran de hatin cem hev û bi saya kişandina erdê li hev civiyan. Piştî hevcivîna van pirtikan, komên mezin li hev ketin û tevî vê çîroka dinyayê jî dest pê kir.
Dinya: Cihek wekî cehnemê
Rewşa dinyayê ya wê çaxê tu eleqeya xwe bi dinyaya me ya îro tunebû. Cihek wekî cehnemê bû. Li her derên wê de agir dibarî. Lê pêvajo qet nesekinî. Komên mezin yên ji pirtîkan pêk dihatin, li hev qelibîn û her diçû berfirehtir dibû. Di nava demeke pir dirêj de li gor zanyaran ser rûyê erdê şopên parzemînan jî rû didin. Lê hê jî dinya wekî gogekî ji agir li nava gerdûnê dizivire. Hêj rêyek gelek dûr û dirêj li ber dinyayê heye ku jiyan li ser wê rû bide.
Hêdî hêdî atmosfer pek tê
Dema ku dinyame di nava pêvajoyê berbi sarbûnê ve diçe, bingehên pêkhatina atmosfera wê jî tên avêtin. Dinya ya me ku wekî gogek ji agir û gazê pêkdihat bi saya destpêkirina çêbûna atmosferê sar bû. Bona ku hilma avê jî bi vê sayê di nava dinyayê de asê ma, ewr çûbûn. Lê ji pêkhatina parzemînên erdê re hêj bi milyar sal pêwîstin.
Tevgera lewhayên tektonîk dest bi çêkirina parzemînan dike
Di vê beşê de em ê qala tevgerên lewhayên tektonîk û tesîra wê ya li hember çêbûna rûyê erdê bikin. Bi salan, saya tevgera lewheyên tektonîk, parzemînên super û perçeyên erdê yên mezin pêk hatin û piştî demekê jî disa bi heman sedemê ji holê rabûn. Pêvajoya lewhayên tektonîk, bi ahenga parzemîneke super a li gel umaneke super despê dike. Di encama tevgera lewhayê, parzemînên super perçe dibin û perçeyên di nava umanê de belav bûne, cardin tên cem hev û parzemîneke super a nû pêk tê. Ev pêvajo wiha dom dike û xwe didomîne. A niha di roja me de em di nava çerexeke wiha da ne.
Başe, dinya çewa hate rewşa îro?
Li gor teoriyek ku ji aliyê gelek derdorên zanîstî ve tê qebûlkirin; piştî avabûna dinyayê di nava 250 milyon salan de parzemîn li hev civiyane û bi navê ‘Pangaea’ parzemînek sûper pêk anîne. Pişt re jî 150 milyon sal beriya niha ev parzemîna super derizî û di bin avê de li ser tevahiya ‘Pişta Atlantîka Navîn’ qalikê erdê çêbû. Ligel vê guhertinê Pangaea, ji hev çû bi navê Gondwana û Laurasia du parzemînên bi heybet pêk hatin.
Rêzeçiyayên Hîmalayê derketin holê
Wê çaxê parzemînên Afrîka, Amerîka Başûr, Avusturalya, Antartîka û Hîndîstan li ser Gondwanayê cih digirtin. Parzemîna jêr a Hîndîstanê ji vê derê qut bû. Wê qerexa başûrê Afrîkayê birî, li pey xwe kişand aliyê bakûr û bi parzemîna Asya re qelibî. Bi vî şiklî wê çaxê rêzeçiyayên Hîmalayayê ku 2 hezar 500 kîlometre xwedî dirêjiyê ye derket holê. Rewşa dinyayê ya wê demê biçek nêzî rewşa dinyayê ya îroyîn bû. Ev pêvajoya ku rûzemînê dinyayê hêj ji diguherine berdewam e. Parzemîn salê çend kîlometreyan ji hevdû dûr dibin. Li gor taxmînên hin zanyaran, parzemînên ku niha ji hevdû dûr dikevin, bi sedema giroveriya dînyayê, di pêşerojek demdirêj de wê dîsa li hev bicivin û parzemînek super a nû pêk bînin.
Werger: Lokman Gezgîn
Çavkanî: Webtekno